Em bira ne tevde kurd in
Enîbilind serevraz
Cihên me ne şehar,zinar
Em êlo ne, teyrê baz
Welatê me dêya me ye
Em tev jê re gorî ne
Hişyar bûne herçî kurd in
Demên tarî borîne
Zabitî got onbaşî, çawîş û eskeran:
Ji paş ji rex bajon, tevde biqedînin.
Destan de Tajang û şûr dirêj li karwan kirin
Herçî şîrmij û gedek bin lingên xwe birin
Zarîn rabû û nalîn, ji karwanê dilreş
Rengê sor li erdê bû, belav pinî û beş
Mejî tev perçiqîne, xuyane çend serî
Cerg û dil sîng û ber, bûbûne giş herî
Tivingên xwe rast kirin, didan ji pêş û paş
Teq û req vizz û vingîn li wan dihate baş
Yek du sê çar diketin, ser çaw bixwîn kambax
Tenê ji jinan dihat dengê zarîn û ax
Dimirin mêr ne deng e ne ax û zar nalîn
Paşila hev diketin hevdu ra gor in hêlîn.
Sayfa 20 - Celadet Alî Bedir-Xan Hawar,Hejmar:17, 6 adar 1933Kitabı okudu