Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş, tu tişt li ber wan nikare bisekine.
Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye.
Femînîstên postkolonyal hem di nav yek welatî de jinên ji cihên cuda dikirin pirsgirêk hem jî di qada navneteweyî de meseleya cudabûna erdnîgariyê dikirin pirsgirêk.
Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi¹ ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasik re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê.