Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Lê ji zûde kurd ji pismamên xwe veqetiyaye û bi zimanê xwe û di welatê xwede dewlet û derebegî li dar xistine û xwe daye naskirin. Çawa, ko ew navên, ko bêgana newekehev li kurd kirine, ji ber du tiştaye: yek ewe ko bavik û eşîrên kurd cihê cihê dewlet çêkirine û bi nav û nîşanên xwe tenê dewleta xwe eşkera kirine, wekê: Sober, Somer, Mîtan, Hewr, Mad, Nayrî Kardo, Kaşo, Lolo, Goto, Kardoxî, Kurdyen û çaxê Îslamê de wekê; Bextan, Baban, Badînan, Hekaryan, Xerzan, Merwanî, Şedadî, Berzikanî, Lorî, Bextyarî, Şadencanî, Kakoyî...
Sayfa 6
Meriv hosteyê hîsan in. Hîs û nefs ji bo merivan im. Hingê?... Hinge meriv wekhev in Digel her celeb dijîtî û ferqi, ew wekhev in Hinge meriv divê li pey biratî û merivahiyê bin Meriv li ku dibin, bila bibin, çı dikin bila bikin, çı difikirin bila bifikirin, lê eynî tiştî dibihîsin, eyni tişti hîs dikin û dijîn Hingê çima ev hilweşandin, jihevûduveqetandin, zulm û xeniqandin?
Sayfa 60
Reklam
Geşt Le Hewreman | Ebdulla Goran
Komela şaxê sext û gerdengeş Asîmanê şînî girtute baweş Serpoşe lotikey befrê zor spî Be daristan reş naw dewlêkibî Cogey awekan teyaya qetîs naw Her ew in naken pêçî şax tewaw Hawar û hajey kef çerînî çem Bo te neyayî şew layelayey xem Tole riy barîk tonaw ton pişkin Rê biwar exate endîşey bêbin Naw rêga teq teq larê berdî zil Kehişta gerdonê pêy nedawe til Gase rew jor e gase rew xwar e Taliy û şîrînî dinyayê rê biwar e
Bestey Nebez | Ebdulla Goran
Min ew dîlem le zîndanî tarîka Hetawî bîr rûnak eka ber çawim; Be naw hezar hellqey dawî barîka Qefî zincîr epiçrênê hengawim! Min ew dîlem le pişt şûray pollawe Asoy hîway geşim hergîz win nakem; Le rûy asman be girrî sûr nusrawe Bend be bendî ayîn namey birwakem! Min ew dîley amancim qîbley gişte; Na samdar bê û pirr dirrik bê rêy
Serê vê sibê hate ji wêda Xemlû rewşê li ser bejnê da Xwezî ew bibe yara min Bigirim bi destê wê karxezalê Herim deştan, herim çîyan.
Mihemed Emîn Zekî Beg dîroknaseke hêja:)
Mihemed Emîn Zekî Beg dibêjî: Kurdistan welatê kurd, ci hê pêşîne ko piştî tofana Noh, mirov lê rûniştiye di sere pêşînde miletên Lolo, Gutî, Kasî, Xaldî, Sobarî, Horî têde rûnişti bûn û miletê Elamî, di jêrê welatê kurdde bû û ji Elamiyan pêve evên dî bi carek kok û bingehên miletê kurdin û miletê Mad, piştî kurdpiştîvan miletan hatiye Kurdistan û têkelî kurdên kevnare bûye û bixwe Arî bû û bi ku çerî hatiye hindama Beuxteryana-Azerbaycan welatê Midya û ew Mîdî çend êl û eşîrên kurd bûn, ko di rojhilatê welatê Aşûr de diman û zimanê wan ji nifşê zimanên Arî(Hind-Ewrûpî) bû û ew ziman bingehê zimanê kurdiye, lê Mîdî di nav Faris û Kurd de winda bûne, lê Mandî li Cizîrê(Amûdê) rûniştine lê pir hindik mane. Tenê Karîlton Kon, di nivişta Kerwande dibêjî: Mac, eşîrek Madî bû, ko tiqûsên ola Mad, di destê wê eşîrêde bûn û ji tevan bilindtir û birûmettir bû.
Sayfa 4
Reklam
Olur mu yüz can feda?
'Aşiqên sadiq di kêm in ma dibê sed canfidê min Zanim ew najîte bê min 'aşiq û pur mubtela ye Aşkında sadık olanlar pek azdır, bana olur mu yüz can feda? Bilirim bensiz yaşayamaz o aşık her derde mübteladır
Qulingo, çavbeleko, perhêşino... dinya, dinyayeke malkambax e, ew, dinya derd û kulan e. Kêfxweşî û bextiyarî ji min û ji te dûr e. Ez kor, tu baskşikestî yî. Ez di nav şeveke xedar, tu di nav êşeke yeman de yî. Eger çavên min ronî, perwazên te sax bûna, me dê rindî, comerdî û bextiyarî nîşanî dinya kambax bida. Me dê bi dengê xwe gul veda, deşt û berrî bixemilanda, esman bi rengan bineqişanda, teyr û çivik têr bikira, şadî û bextiyarî bida meriv û însanan. Eger dinya min tarî, perwazên te giran nebûna, me dê heft welat û dêwel bida bin ling û perwazên xwe û me dê deng bida ser hal û hewale dinyayê.
Lawo, Temo... quling birîndar e û birîna wî xedar e. Ew hew sax dibe û baskên wî hew dicebirin. Lawo, ew jî mîna min bi derd û kule. Ez ji ronahiyê, ew ji firînê, ez ji rengê biharê, ew ji şînahiya esmanan bêpar e. Qedera me yek e. Ez însan, ew teyr, le siûda me wekhev e.
Rêwî got 'Stêrkê tu çavê kê yî?' Stêrk tenê lerizî û geriya li şeva xwe
Sayfa 53
Reklam
Kurd Çîya Li Xwe Yar Kirîye | Egîtê Şemsî
Kurd çiya li xwe yar kirîye, Sura xwe li wan dîhar kirîye Û ku dibe qûrîn-qûrtîn, Ew kurdê welête bi kîn Jorda li çiya dibin dêrî, Şivan jî namîne ber kêrî… Ha tên, ha tên, dibin heşêmet, We dîtîye qet? Ku bo rastîyê ça mil didin mil, Kuştin hebe, rev nayê dil, Çimku reva çiya jî tune, Reva çiya dewr in, mirin e… Û kurdê bendehiz, dilfire Her dikare bo azaya xwe bimre
Geri199
1.500 öğeden 1.486 ile 1.500 arasındakiler gösteriliyor.