Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Astêrkia ✓ yorumladı.
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî | Kurdce Kitap Okuma Etkinliği
Silav hevalno. Me bi pêşniyara @serfiraz1 û @hevidar56 biryara sazkirina "Çalakiya Xwendina Pirtûkên Kurdî" da. Di meha Nîsanê de, em ê pirtûkên Kurdî bixwînin, jêgirtinên Kurdî parve bikin û -bi kesên dixwazin- em ê pirtûkên Kurdî ji hevdû ra diyarî bikin. Ji kerema xwe beşdarî vê çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin me. Bila ev çalakî ji bo kesên ku berê pirtûkên Kurdî nexwendine, bibe destpêkek. Bila beşdarvan şîrove bikin. (Hûn dikarin navê pirtûka ku hûn ê bixwînin an jî navên pirtûkên pêşniyarî binivîsin.) Kesên ku dixwazin pirtûkek diyarî bikin bila di şîroveyan da binivîsin û yên ku pirtûka wan a Kurdî tune bila ji wan ra peyam bişînin. Ez destpê dikim. Ez ê pirtûkek diyarî bikim. Ji kerema xwe parve bikin ku ji bo zêdetir kes bibînin.
··1 alıntı·
1.709 görüntüleme
Astêrkia ✓ okurunun profil resmi
Öne Çıkan Yorum
Ez ê bi pirtûka Feqiyê Teyran
Tembûr
Tembûr
dest pê bikim. Du re pirtûka
Hingê
Hingê
bixwînim.
Dijwar okurunun profil resmi
Dibe ku ez di vê mehê de van pirtûkan bixwînim... Arjen Arî-Payîza Peyvê Ehmedê Xanî-Mem û Zîn Cegerxwîn-Salar û Mîdya Stephen Crane-Siwarên Reş Ji Piştan Behran Hatin Firat Ceweri-Girtî Selîm Temo-Sê Deng Erebê Şemo-Şivanê Kurmanca Dilbirîn Dilo- Lîza Bûbe Eser-Gardiyan Mustafa Aydoğan-Berê Gotin Hebû Perwiz Cihanî-Bilîcan
Mem okurunun profil resmi
Berî her tiştî hevalên vê çalakîyê bikar tînin pîroz dikim.👏🌾 Ez ê jî pirtuka Ronî war
Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê
Şahê Dengbêjan Evdalê Zeynikê
û a Mehmed uzun
Bîra Qederê
Bîra Qederê
bixwînim.
Dîlokê okurunun profil resmi
Ez ê Helîm Yûsiv - Mirî ranazin bixwînim. Û ez jî dixwazim pirtûkek dîyarî bikim. Kî dixwaze dikare ji min re peyam bişîne.:)
Serhevde okurunun profil resmi
👏🏼👏🏼
Serhevde okurunun profil resmi
Ez ê pirtûka
Qazî Muhammed
Qazî Muhammed
diyarî bikim. Kî dixwaze dikare ji min ra peyam bişîne 🙏🏼
Serhevde okurunun profil resmi
Hûn dikarin wek pişkên sersalê ji xwe re hevalekî/ê bibînin û hevdû ra pirtûk bişînin
Serhevde okurunun profil resmi
Ez ê
Bıro
Bıro
bixwînim.
102 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.