Pîr û kal
Nizanim ezê çawa dest bi gotinê bikim lê divê ji serîyekî destpê bikim! Ev çendî di devê mirovan de ev peyv heye , xêr û bereket nemaye ! Gelo hew xêr û bereket nemaye an mirovahî jî nemaye ? Dihê bîra min dema zarok bûm ez û dîya xwe û bavê xwe em diçûn gund ku em derdiketin kolanan pîrên gund cil û bergê wan ne wekî ê me bûn wekî çarîya dîya min li serê wan bû û li ser jî dismal girêdayî bûn digotun kofî û pêşmal li ber wan hebûn . Carna ku em di ber wan re derbasdibûn ji pêşmala xwe carna mewîj ji nav pêşmala xwe derdixistin û didan me em pir kêfxweş dibûn . Pîrên an kal ên berê pir ji zarokan hezdikirin , hezkirinek ji dil . Peyva serê zimanê wan xalo heyran apo qurban bû . Belê ev jî hebû pir qedr û qiymetê wan jî hebû lê niha wan dixin odeyekê nan û avê wan dikin û dibêjin bila dengê we dernekeve bila em we nebînin ku ji xetê şaş dibin berê wan didin HUZUREVÎ ‘ ya ( qaşo malên aramî ji bo kal û pîran ) aha ez dixwazim vê bêjim ew mewîjên kû dixistin destê zarokan berket ew bû hezkirin bû rêz girtin bû mirovahî bû danek ji dilê sedqane bû ! Vê sibê wisa hate bîra min zaroktîya min min jî berîka xwe tijî şekirê îdê kir û min berê xwe da nava gund û kîjan zarokê ku di ber min re derbas bû min şekirek xist destê wan û de ka werin em dilê zarokan û kal û pîran xweş bikin da kû xêr û berketa me li me vegerin ☺️
Agît işik
Ji roja ewil kifşbû ji xwe Wê rojên bê te wiha Bê tahm û bê miqam Giran û bê qam bûya Ne dil davêje seyran Ne şahî dipirse li vî dilê Êdî hew têne ser ziman Newa û leyla Were hafa min Pirs bike rewşa min Kêyf û halê min xweş bike Hal û wextê min baş bike Mala me ava bike Li navenda rihê min Wa ji vir jî têye xuya Roja tu werî wek berê Tevlî hişek pak Û bi dilek safî Wê her roj bibe seyran Şahî wê kêm nebe ji dilê'm Êdî hew wê bikeve ji ziman Newa û leylan Were...
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Ez pîr bûme
Ez pir bûme. Di derxika canê min de bîst û pênc Buhar bişkivine. Qurma bedena min bîst û pênc Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne. Pora sipî zû ket nav pora min. Serê min mîna berqên zivistanê bû her dem. Stêrkek nema ku li ezmana min nav lê ne kir. Zahf havînên kelandî min dîtin ku Simbil șewitandin. Ez pîr bûme Hew dikarim rojan jiber bikim ango bişopînim. Weke saeta destê min de diherike dem. Pîştî vê saetê Ez dizanim ku ewê zûtir bê. Her dema diçe zû bûna çûbûna wê du qet dibe. Hezaran mirov ketin nava vî heyatî. Evîn, heval, dost, rêheval zahf kes têde derbas bûn. Her roja ku diçe zêdetir û girantir dibe. Xem nîne, li gor mezinbûnîya çîya xwedê berfa wê dide. Ez Pîr bûme Weke doh nikarim baz bidim. Nikarim bikevim dikan û qinikan. Nikarim bikenim weke berê. Stêrkên ku min nas dikir nayên bîra min,
Cegerxwîn - Agirê Evîndarî şev tev çûye îdî ma tu hew tê lo Ez ranazim, kengî bê te xew tê lo Xanî bûye zindan tê de ranazim Ta sipîdê qîr û nal û tew tê lo Te j’min dil bir carek mi j’ter nego na, Te rû kul kir carek mi j‘ter nego na Ma ji bo çi, îro tu j’min xeyîdye? Te ji min çidkir, carek mi j’ter nego na Ay dil, ay dil, ma kes nîn e mîna wî? Bo çi her dem wer dilxwazê dîna wî? Ahî dema destê wî l’bin serê min! Bi min xweş tê gelek hilm û bîna wî Tenê hiştim ay dil îşev çima çû? Wî ez kuştim, ay dil îşev çima çû? Rabe peykev ay dil zû wî werîne Tev biriştim ay dil îşev çima çû? Cegerxwîn
Kurdî
şîrê şêr di eyarê şêr de- şêrgele hebûn şêrgele -çi mê çi nêr- li berpalên Agrî kite-kit dînemêr li zaxrojan kur î kurroj û sîng kele! ristek xerîbî ne d’ stranekê de hin di qefesan de lexebkirî, baz çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan kêl spartî çiyayê xewnan ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan! şêrgele hene; dûre-war... û bendî şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark bi navê Leylê, û Şerefkendî! çiya sêwî ne niha bêyî wan Helgurd sêwî ye Sefîn sêwî, Sîpan sêwî... çeper bêxwedî ne li Cûdî li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan kî bûn ew hokê hokan? ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo kî bû lo, kî bûn ew ên dil pola û gurçik risas? ! şêrgele hene; bê kêl û bê gorn şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron şêrgele hene, ji azadiya bi gon di bin axa sar de b’ axîn razayî! di binê aşûteke xezeb-spî de man an çûn li ber pêlên aveke tezî? xwezî ez miribûma, û hew bû!
Hezkirin, çûkeke koçber e, ku koç kir hew vedigere. ~~~~~~~~ Sevgi göç etmiş bir kuştur, göçüp gitse de yine geri döner. Berken Bereh🍀