Lewra, aqilê wî, di çavê wî de ye. Çav jî, tiştê ku qelb û ruh dibîne, nabîne. Lewra di qelbê wan de, heyat nemaye. Xefletê, ew qelbana, di lîl û hezeka tabîatê de, pûç kirine.
Mexluqê herî zalim, însan e. Ji ber şîddeta muhebbeta însan a ji nefsa xwe re, tiştê ku jê faîde û xizmetê dibîne, him hez dike, him qiymet didê. Ji tiştên ku ji fêkiyê wî îstîfade dike re dibe ebd û bende. Gava wer ne be, ne hez dike, ne jî qiymetê didê. Û dîsa, wer dizane ku îlleta xayeya ji hebûnê, heyat e. Lê haya wî, ji armanca bi hezaran hikmetên ku Xwedê Teala di jîndaran de çêkiriye tuneye.
Madem, heyata dunyayê û jiyana cîsmanî û rewşa heywanî, awha ye; ji heywaniyetê derkeve; dest ji cîsmaniyetê berde. Bikeve dereceya heyata qelb û ruh! Tu yê alemeke nûrê û daîreke heyatê ya wusa bibînî ku ji wê dunya ku te fireh dizanibû, firehtir e.
weki niviskarê Heyat Selaheddin Eyyûbî dibêje, xezaya Filistinê ji şerê mezin ê Hetînê dest pê kir. Di wê tarixê de bihûstek axa Filistinê di destê Îslamê de nebû, lê pişti aştiya Remleyê [22yê şe'bana 588ê koçî-lê îlona sala 1192yê z], hemî Filistîn -ji bilî perçeke ji Surê heta 'Eqqayê- bû milkê Sultan, freng ji tev wan wîlayetan hatin derxistin, Beytû'l-Muqeddes hat sitandin, şan û şerefa Îslamê ji nû ve hat bilindkirin.
Qehremanê kurd û Îslamê, piştî aştiyê çû Qudsê, rewş û îdareya hindur rêxist. Hinek dibistan û nexweşxane dan avakirin û pişt re xwest biçe hecê, lê emîrên Îslamê ji tirsa xedriya frengan, ji wî şexsê pîroz xwestin ku neçe, nihayet li ser israra wan ji bo demeke muweqet dev ji vê fikra pîroz berda.