Bendebûn û leşkerbûna ji Xwedê re şerefeke wisa biçêj e ku nayê terîfkirin. Wezîfe ew e ku mirov mîna leşkerekî, tenê bi navê Xwedê bike û dest pê bike. Divê mirov bi navê Xwedê bide û bistîne, bi destûra wî û di daîreya qanûna wî de tevbîgere û aramiyê bibîne. Eger mirov qisûrek kir, divê îstîxfara xwe bike, bexşandina xwe bixwaze. Divê mirov lavayî Xwedê bike û bibêje:
"Ya Rebî, qisûrên me bibexşîne! Me ji xwe re bende qebûl bike! Heta ku tu emanetê xwe bistînî, hêza parastina wî emanetî bide me.