Serhelqeyê wan perîmisalan
Sertacê ewan melekxisalan
Tacdîni digotinê cewanek
Goderzê zeman e pehlewanek
Nesil û neseb û 'heseb 'eyan bû
Serdefter û serwerê 'kurran bû
Babê wî digotinê Sikender
Lakin 'Ereban digo 'Xezenfer
Lewra ku bi şîri şubhê şêr bû
Roja şerri ew hezaremêr bû
Ehmedê Xanî
Serhelqe : pêşeng
Melekxisal : firiştexûy
Goderz : pehlewanekî Îrana mêjîn e ku Firdewsî li Şahnamê da li ser wî nivîsiye.
Xezenfer : şêr
Şîr : şûr
Mem û Zîn
Tacdîni li nik hebû şu'ûrek
'Eşqê li wî hîştibû qusûrek
Go rabe bira ji nav nivînan
Bes ahê bike ji ber birînan
Em şêr in û ew bixwe 'xezal in
Pirr 'eyb e ku em ji ber binalin
Mem puxteyê eşqê bû temamî
Gotê ku bira meger tu xam î?
Ehmedê Xanî
pûxte : pijyayî
xam : nepijyayî