Mem û Zîn
Herçende qewî muşşeweş im ez
Ewçend bi muşşeweşî xweş im ez
Sed sal eger bikin mi me'hbûs
Ma ez qe dibim ji weslê meiyûs?
Şîrove: Herçende ku ez(Mem) li vê zindanê da gelekî perîşan û aloz im, lê ez bi wê alozî û perîşanbûna xwe dilxoş im. Eger li ser te(Zîn) sed salî jî min zindanî bikin, ma ez qet ji weslê bêhêvî dibim?
Ehmedê Xanî
Jêrenot:
Muşewweş: perîşan, aloz
Meiyûs: bêhêvî
Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Mem û Zîn
Dasitana beyana Newroza sultanî,
tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî,
bi mersûmê qedîmê Kurdistanî,
ku wana digotê: Sersal û 'ed dikirin bi 'îdê wisal
...
Roja ku dibûye 'eydê Newrûz
Eger Hafiz li ber destên şah û emîran li serê jorê û li sedra meclis û medreseyan da rûnanê, li ber bilindhimmetî û mezinaya wî ye, evîndarên tortevenoş li hizra malê dinê û pile û payeya cîhanê da nînin.
Hafizê Şîrazî
Mem û Zîn
Zînhar mu'hub mebe li xiraban
Ne dost ne dujminê kilaban
Ger dost bî dê biken te mirdar
Wer dujminî dê te ken birîndar
Şirove: Ez bextê te da me, çi caran nebe heval û hogirê mirovên xerab. Çi caran ne bibe dostê segan û ne jî bibe dujminê wan. Eger tu bibî dostê wan, dê te jî weke xwe mirdar bikin. Eger tu dujminê wan bî jî, dê te birîndar bikin.
Ehmedê Xanî
Jêrenot:
Kilab: kûçik