Serhelqeyê wan perîmisalan
Sertacê ewan melekxisalan
Tacdîni digotinê cewanek
Goderzê zeman e pehlewanek
Nesil û neseb û 'heseb 'eyan bû
Serdefter û serwerê 'kurran bû
Babê wî digotinê Sikender
Lakin 'Ereban digo 'Xezenfer
Lewra ku bi şîri şubhê şêr bû
Roja şerri ew hezaremêr bû
Ehmedê Xanî
Serhelqe : pêşeng
Melekxisal : firiştexûy
Goderz : pehlewanekî Îrana mêjîn e ku Firdewsî li Şahnamê da li ser wî nivîsiye.
Xezenfer : şêr
Şîr : şûr
Mem û Zîn
Tacdîni li nik hebû şu'ûrek
'Eşqê li wî hîştibû qusûrek
Go rabe bira ji nav nivînan
Bes ahê bike ji ber birînan
Em şêr in û ew bixwe 'xezal in
Pirr 'eyb e ku em ji ber binalin
Mem puxteyê eşqê bû temamî
Gotê ku bira meger tu xam î?
Ehmedê Xanî
pûxte : pijyayî
xam : nepijyayî
Qet 'xîret e ey penahê 'alem
Qet layiq e ey şebanê adem
Ev gurgê le'înê bedserencam
Jêkra biketin me şubhê e'xnam
Şîrove: Ey Xwedayê piştîvan û penahdarê cîhan û cihaniyan, ey şivan û nobedarê mirovan, qet xîreta te çawa dipejirîne, ku şeytanê(gurê) le'înê dawîpîs, me zarûyên ademî weke pez jek belaw bike û bibijiqîne?
Penah : piştevan
Şeban : şivan
Gurg : gur
Bedserencam: dawîxerab
E'xnam: pez
Ciwankarî: Teşbîhek vekirî di vê malikê da heye. Xanî Şeytan wekandiye gurgekî û mirov jî wekandiye keriyek pez û Xudê jî wekandiye şivanê wan pezan.
Ehmedê Xanî