Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

2 Cilt Takım

Mem u Zin Şerhi

Ehmedê Xanî

Mem u Zin Şerhi İletileri

Mem u Zin Şerhi iletilerini, Mem u Zin Şerhi okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Mem û Zîn Hetta weku ker nebî tu el'heq Kengê dibiye wezîrê mutleq Şîrove: Birastî ku heta mirov nezan û ker nebe, mirov nabe wezîrê mutleq û ser li fermana şah û mîran da. Balkêşî: Ev malika, gotinek pêşîyan ya Farisan tîne bîra mirovan, ya ku dibêje: Eger xer nemîbûd qazî nemîşod. wate: "eger ker neba, nedibû qazî". Ew gotina jî çîrokek wê heye: Dibêjin yekî dixwast bibe qaziyê bajarekî, lê şêxê(mezinê) wî bajarî nedipejirand. Daku qazî destek peyda kir û kerek wek bertîl ji şêxî ra şand û li dû ra şêx ew wek qazî pejirand. Jêrenot el'heq: bi rastî mutleq: bi durustî, serbixo wezîrê mutleq: wezîrê ku ji gotina şah yan mîran dernekeve û herçî ew bêjinê eger bi ziyana gel be jî bipejirîne û şah û mîran ji karên nebaş dûr nexin û bergiriya kiryarên wan yên nebaş nekin.
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Mem û Zîn Dasitana beyana Newroza sultanî, tesmiyeyê mewsimê surûr û şadimanî, bi mersûmê qedîmê Kurdistanî, ku wana digotê: Sersal û 'ed dikirin bi 'îdê wisal ... Roja ku dibûye 'eydê Newrûz
Reklam
Mem û Zîn Wan gote Memê ku ey cigerxûn Em hatine da nebî tu mecnûn Zîn bû sebebê cunûniya te Mîr bû sebebê zebûniya te
Mem û Zîn Herçende qewî muşşeweş im ez Ewçend bi muşşeweşî xweş im ez Sed sal eger bikin mi me'hbûs Ma ez qe dibim ji weslê meiyûs? Şîrove: Herçende ku ez(Mem) li vê zindanê da gelekî perîşan û aloz im, lê ez bi wê alozî û perîşanbûna xwe dilxoş im. Eger li ser te(Zîn) sed salî jî min zindanî bikin, ma ez qet ji weslê bêhêvî dibim? Ehmedê Xanî Jêrenot: Muşewweş: perîşan, aloz Meiyûs: bêhêvî Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Qet 'xîret e ey penahê 'alem Qet layiq e ey şebanê adem Ev gurgê le'înê bedserencam Jêkra biketin me şubhê e'xnam Şîrove: Ey Xwedayê piştîvan û penahdarê cîhan û cihaniyan, ey şivan û nobedarê mirovan, qet xîreta te çawa dipejirîne, ku şeytanê(gurê) le'înê dawîpîs, me zarûyên ademî weke pez jek belaw bike û bibijiqîne? Penah : piştevan Şeban : şivan Gurg : gur Bedserencam: dawîxerab E'xnam: pez Ciwankarî: Teşbîhek vekirî di vê malikê da heye. Xanî Şeytan wekandiye gurgekî û mirov jî wekandiye keriyek pez û Xudê jî wekandiye şivanê wan pezan. Ehmedê Xanî
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Mem û Zîn Xanî ji kemalê bîkemal î Meydanê kemalê dît xalî Ye'inî ne ji qabilî û xebîrî Belkî bi te'essub û 'eşîrî
Reklam
Mem û Zîn Zînhar mu'hub mebe li xiraban Ne dost ne dujminê kilaban Ger dost bî dê biken te mirdar Wer dujminî dê te ken birîndar Şirove: Ez bextê te da me, çi caran nebe heval û hogirê mirovên xerab. Çi caran ne bibe dostê segan û ne jî bibe dujminê wan. Eger tu bibî dostê wan, dê te jî weke xwe mirdar bikin. Eger tu dujminê wan bî jî, dê te birîndar bikin. Ehmedê Xanî Jêrenot: Kilab: kûçik
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Şiroveya Mem u Zina Ehmede Xani
Mem û Zîn Perdê tu ji ber gulan hilîne Bî sebriyê bulbulan bibîne Xendan bike 'xunçeya dehanê Nalan ke hezarê dasitanê
15 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.