Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Mijabad

Jan Dost
Yekem romana Jan Dost "Mijabad" ku sala 2004an çap bûbû, cara duyemîn di nav weşanên Avesta de çap bû. Avesta hemû berhemên Jan Dost ji nû ve diweşîne. Berî demekê çapa 4an a "Kela Dimdimê", çapa 2yan a "3 gav û 3darek", çapa 2yan a "Dîwana Jan" hatibû belavkirin. Di dorê de çapa nû a "Mîrname" û romana nû "Martînê Bextewer" heye. Ji bo "Mijabad"ê çend gotin: ..."Mijabad", bi tevayiya xwe romaneke serketî ye, gelekî bi serketî ye. Min bawer nedikir ku ewqasî be, lê min nihêrî ku ji baweriya min jî wêdetir û gelekî başir bûye. Ew cîhên tê de, ew navên qehremanan û ew tarîxên ku tê de destnîşan in... ku ew hemî di cîh û wexta xwe de bin (qesta min ku çewtî di wan de tunebe) romaneke bêqisûr e û gotinên zêde jî heram in. Hesenê Metê Mirov dikare bibêje ku Mijabad harmoniya trajediyê ye. Di romanê de trajediya şexsî, neteweyî û trajediya mirovahiyê bi hostatî li hev hatiye hunandin. Her çiqas mijar li ser bûyereke neteweyî be jî romannus lehengên romanê qurbana mijarê nekiriye, yanê êşa evînê qurbana hestên neteweyî nekiriye ev jî ji bo romanê xaleke erênî ye. Di encamê de wek romaneke trajîk Mijabad, ji bo çêbûn û gihandina hestên neteweyî û pêşderxistina wijdana mirovahiyê li beramber zilm û bê edaletiya carî ya cîhanê berhemeke serketî û hêjayê pesnê ye.
Yazar:
Jan Dost
Jan Dost
Tahmini Okuma Süresi: 6 sa. 48 dk.Sayfa Sayısı: 240Basım Tarihi: Haziran 2012Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279042Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
240 syf.
10/10 puan verdi
Berî her tiştî ez bêjim ji bo kurdîya min, min biborînin. Ez xweş dixwînim lê nivîsa min hinek kêm e. Ez dest bi hûrnêrînê bikim. Jan Dost kî ye? Jan Dost kurdê kobanêyê ye di sala 1965’an de ji dayîk bûye. Jan Dost di 15 salîya xwe de dest bi nivîsandinê kirîye. Pirtûka Mijabad di sala 2000’an de nivîsand û di sala 2004’an de çapa yekem derket li vir. Ez ê niha jî dest bi hûrnêrîna pirtûka Mijabad bikim. Min bawer dikir ku ev pirtûk xweşe lê belê ne ewqas jî. Jan Dost zimanekî pir arî û pak û paqij nivîsandiye. Gava ev pirtûk min dixwend min go ez li malê li ba pîra xwe û li ba kalkê xwe li gund rûniştime û wan guhdar dikim. Ji ber ku zimanêkî xweş nivîsandîye. Bêhna gundê min hat ber pozê min. Romaneke gelekî serketî ye. Min bi tirs destpêkir û min digot ez nikarim vê pirtûkê bixwînim lê ez şaş bûm. Hinek peyvê min nizanbû hebun lê belê ez pir kefxweş bûm. Wexta min dixwend ez carna pê xemgin dibûm, carna pê kefxweş dibûm û carna ez ditirsîyam. Niha ez bi xwe re şer dikim ku min çima dereng ev pirtûk xwendîye. Kî dixwaze vê pirtûkê bixwîne bila zû destpêbike û netirse. Spas ji we re bo xwendina vê hûrnêrînê.
Mijabad
MijabadJan Dost · Avesta Yayınları · 201266 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.