Nivîskarê kitêbê li dû pê şopa hunermend, muzîsyen, helbestvan û aktîvîstê polîtîk Şivan perwer ket û bi zimaekê hunerane çîroka jiyana wî ji nû ve hûnand.
Di xebata du salan de nivîskar bi dehan caran bi Şivan Perwer re rûnişt û pê re ket dû rojên derbasbûyî: zaroktiya li Rihayê êşa mirina dê, salên xwendinê, destpêka hunerê, rojên li derve, girî û kenê hunermend, sirgûn û bi sedan serpehatî di vê kitebê de cî digrin.
Dostiya Mesûd Barzanî û Şivan Perwer çi wextê dest pê kir? Serokkomarê Avusturyayê Dr. Heinz Fischer çima wî guhdar dike? difikire? Dilşad Said di heqê Şivan û mûzîka wî de çi difikire? Gulistan û Serxwebûn wî li malê çawa dibînin? Pirs li dû pirsê... Bersiv divê kitebê de!