Romana Tofanê piştî mirina Ehmedê Xanî ji gor derketina Bekoyê Ewan dest pê dike. Beko nava Cizîrê digere û bêyomiya navê xwe, piştî salên dûre-dirêj guhertina civata Cizîrê jî dide xûya kirin. Cizîr ne Cizîra mîrektiya ye, Beko ne Bekoya Ewan e. Roman bi awakî ziman û honandinê gelekî rastiya heremê ve girêdayî bî. Diyar e nivîskar çûye herêm geriyaye, lêkolîn kirine û du re vê berhemê nivîsî ye. Bi giştî dikarim bibêjim serkeftî bû.