"Xemzêm" navê pirtûkek helbestan e ku li Amedê ji Weşanên J&J derketiye. "Xemzêm" ji aliyê A.Bedîr ve hatiye nivîsîn.
A.Bedir li Geliyê Zîlan a girêdayî Erdîşa Wanê hatiye dinê (1981). A.Bedir ji zû de ye dest bi xetanê dike, tê girtin, li girtîgeha Mûşê dimîne, li wir li ser ziman dixebite, dinivîse, piştî tê berdan diçe Stenbolê û derûnînasî dixwîne. Di dema raperîna Kobanî de dîsa tê girtin. Niha ew li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî derûnînas dixebite. Wî di sala 2014'an de pirtûkek bi tirkî nivîsandiye û niha bi kurdî li pêşberî xwendevanan e.
Pirtûka wî ya "Xemzêm" yekem pirtûka wî ya bi kurdî ye. Li gor gotina Bedir wî deh salên xwe dane vê pirtûkê. Ulku Bingol ku ji bo pirtûkê pêşekek nivîsandiye wisa dibêje, "Û helbestkarê gewre A.Bedir me diajo lûleya xemzemê an lûleya wêrekiyê. Bi destê xwînerên xwe digire, yek bi yek li wan jûrên xemê digerîne. Li Geliyê Zîlan, li Dêra Extirmanê, li Meydana Çarçira, li serenava ayetekî, li welatê Kenanê, li Efrîqaya reşik û li bin bîra Usiv digerîne. Ziman dizê û welat dizê di xemzêmê de. Kurmanciyo zom û zonanên welatê Serhedê, dibe lûleyên helbestê. Xemzêm bi ferhenga xemê ango bi ferhenga Serhedê hatiye nivîsandin."
Di dawiya pirtûkê de jî ferhengek bi navê "Mîtos û ferhenga Xemzemê" hatiye weşandin ku ji peyvên cihêreng ên nav pirtûkê cih digirin pêk tê.