Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Xewnên Zîvîn

Fatma Savci

Xewnên Zîvîn Gönderileri

Xewnên Zîvîn kitaplarını, Xewnên Zîvîn sözleri ve alıntılarını, Xewnên Zîvîn yazarlarını, Xewnên Zîvîn yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Me qewlê xwe danîbû Bi hezar û yek biharan re, Li nav ronîstana deşteşînekê, Di çaxê vebûna stêran de… Wê evîneke xemrî Li mişextiya me ya bêdawî bar bikirana û kenekî ji nefelê kesktir Deştên nava me
şeveke xewrevîn Bejna xwe bi pelên Gwîzî radipêçe Wek dest bide rupelên kitêbekê Dihingive dilê Beytikekê. û xewna bi Nêrgizê re hilatî destpêdike... Li keviya helbesteke xunavî Agirekî devliken dêmên ezman radimuse,
Reklam
Hezkirina min bi her kuştiyekî re, perçe bû û di nav dilên wan de veşarî bi hemî evîndaran re çû... hestên min, bi tevayê qîrkirinan re
Ma tu tenê biharek î, eşqa bask şîn di kîşwera xewna min de binevşek î ? li keviya xewna nefîkirî, li ber hemî çeman zarokekî xeydok î? çi leza te heye, qey tu hatiyî agirekî? Rûyê te,
Jarê gidyanê, şengesiwara li ser hespê niyazê Riyan di sahra û deryayan de pîr dike, Nagihîje perwazeya xwe ya şikestî Bi destên Zimrûdî yên birînpêçekê derman bike. şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe ”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje Kebaniya li ber tifikê û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê. Keçik xwe di pişta birînê de
îro li Sîpanê xezaleke çiya dît min. Li keviya dilê wê Siyabendekî xemgîn pal dabû. Devê tîra xwe kuh dikir. Ji devê Qulingên birîndar
Reklam
Lîsa! pê dihesim, destên te bi ewrên pembûyî yê zarokatiya min ve asê man û piyên te Xecîcokên sor yên Newrozê ji xwe re birin… Zanim dilê te perperîka şîn bû li ser gula hîroyê datanî Bejna xewna te bilind… Tu bi qedrê çiyê kî Lîsa, nebêje êdî dişikim difirînê de Bihesibîn ku tu stêrikeke pêxistî yî de destana evînê de û li ser banên şevên havînê, Di himêza destanên kevnar de her du çavên zarokiya me ber bi te ve ne… Baskên xwe fireh veke qubanê, hîna ji xewna me ya şîn re heftê û heft firîn hene…
Keçika ji qewmê çivîkan! dê bi levdana baskên te dojeh biwestin, bi tazîbûna zimanê te, rûpûş bi tevahî biweşin... Dixwazim bizanim, kîjan demsal
Hinekî ji kenê çavên xwe Bide min Ezê di zertavê de, Di sariya êşkenceyekê de, Di tariya hûcreyekê de, Di êşa cudabûneke dijwar de, Di dûrbûna evîndarekî de Xwe li ber germ bikim. Pişt re , Ezê wekî dilopeke baranê Biniqûtînim ser reşika çavên xwe… Ezê bi germiya dildariyekê xêz bikim Li ser tabloya dilê xwe Bila bibe wêneyekî bextewariyê, Mitsek bihar Baskekî dînitiyê, Gulên li nav helbestekê, Adara temenekî, Bişirîna xewneke azadiyê, Ji bo evîndarên Ku evîn berz kirine…
Ji Bo Arjen Arî
çûyîna te Kulla li ser kullê ye Ne xwedê… Ev dê û xak, ev giyan û ev peyv dizane bê çûyîna te çiqas kêmanî û çendî neheqî ye… Niha bi kîjan birînê bigrîn em? Em bi kîjan birînê bigrîn?”
Reklam
Qey dive di ber pişta her xeyala me de, şurekî destik sor hebe? Ev çend qirn in, em hilgirên xewnên kiras zêrîn in, bi biskên xwe yên badayî, uçkên xwe yên girêdayî gav bi gav na,
çiqas diyên me dehe deh hitikan biwelidînin jî, nobedarên desthilatdaran ji nasnameyên me pirtir, dîsa hejmara gulleyan ji salên zarokên me zêdetirin?..
Wexta ku heyv qulibî Kembera ji kevirên fîrûzeyan ji bejna çêm şemitî Dilekî qrîstalî bi ser şevê de Hêstir bi hêstir niqutî. Rûyê şahmaranê li neynika şivanekî awiqî Rihekî cawîdan, di nav pûlên masiyekê de, li ser sifra paşayekî beriqî jineke heft serî li ser tabloya nîgarkêşekê di xwînê de û çîrok bi rûbarekî bêxem re berevajî, ber bi jibîrkirinê ve herikî.
Di şaristaniyeke berîqonk de Bajêr ser bi ser bi kendalekî de diguherîne çima ku di êvareke Binevşî de şikestiye, li ser girên bilind xwe fêrî firînê dike. Da ku xwîna gulan ji bîr neke Her şefeq xwê li ser birînê direşîne Rihên eşqê di şevên Qendîlê de pêdixîne û pora xwe ya ku bîna pelkên gwûzê jê tê Li ber neynika çiyayekî şahîk dike... Kes nizane bê ew û Kevok çi yên hev in, Ku her sihar ref bi ref ji dengê wê dipengizin.
şaneşîna havînê ji Hechecîkan re zeman di şikeftan de yê rojîna, destên zilmê li ser şeveqan bûn û dîsa stûyê Kurdistan li ber devê kêra bû, dema dilop dilop tu niqutî sarinca dilê min. çav ji bo girî bejnên rihanî ji agir re bûkên xemilandî yên şahê çiya stran li ber şewatan bûn gava tû mîna çil kaniyê Dêrsimê herikî nav çîroka min... Min divî tu dîsa careke dî bi bayê bakur re, di êvarek zozanî de, bi dengê bilûrê re, di nav strana dengbêjekî serhedî de, bi berxikan re vegeriyaba şevîna min...
54 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.