- Gava careke dî hatî pirpar, guldexwîn û beybûn bîne. Li derve bihar e vêga...
- Ser Çavan! Lê tê çi bikî ji wan?
- Pirpar xwarineke bê minet e; li her derê çêdibe. Guldexwîn dîroka me ye; xemgîn e. Beybûn jî roja ala me ye...
Ew peyv û cîmle dîvê di wan şevên bêxem de,
ji nû ve werîn bin ronahiya çiran,
ji nû ve,
jî nû ve,
ji nû ve
bên ziman xwendîn.
Jan û êş dîvê zêde bîbîn,tenêtî dîvê were jîyîn...