Ew modern, kurd paşverû; ew baş, kurd nebaş; ew paqij, kurd qirêj; ew qedîm, kurd bêbinyad û kartkurt; ew çêker û avakar, kurd xirabker û talanxwaz; ew yekgirtî, kurd "bolucî"; ew saf û paqij, kurd xayîn û zikreş; ew cîhanşumul, kurd herêmkî; ew devbeş û delal, kurd devbi-girêz; ew pantor û papyon; kurd çefiyeke xirbende, şelwarekî erebî; ew zana, kurd nezan; ew efendî, kurd xulam... Heya nav û nîşanên xwe li kurdan kirin, bi sînema, roman, televizyon, mufredata xwe ya millî hezar carî bi wan dan dubarekirin, qurana xwe ya pîroz bi wan dan xitimkirin û carîkirin, bi mitralyoz, bi G-3, bi F-16yan li nav dilê kurdan dax kirin.