Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin. Mijara mewlûdan bi giştî jidayikbûna pêxember, heta mirina pêxember bûyer û qewimînên çêbûyî û mucîzeyên ku di vê navberê de pêkhatî ne. Hem di edebiyata Kurmancî hem jî di edebiyata Zazakî de ji ber baweriya ola Îslamê cihêkî taybet digire.
Di Kurmancî de mewlûdên herî girîng yên Melayê Bateyî, Mela Eliyê Baqustanî û Seydayê Tîrêj in. Ji bilî wan Mewlûdnameya Şêx Hisê Qazî ya bi Soranî û Mewlûdnameya Mela Ebdilla Bilberî ya bi Hewramî mewlûdên herî naskirî ne.
Ey dil were dîsan bicoş
Carek ji caran mey binûş,
Bikin qiseta Zembîlfiroş,
Da seh bikin hikayetê.
Zembîlfiroş lawkê rewal bû,
Bi kilfet û ehl û eyal bû,
Husnekî Usiv Lili bal bû,
Ya Reb hewar sed car hewar
Perwan û qet nagrin qerar
Xweş muhbetî havîtî nar
Ya Reb tu yî dermanê min
Sed car hewara thekemî
Ya ageh darê ‘alemî
Derman bike vî elemî
Subhan ji mîrê Qadirî
Adem ji tînê çêkirî
Qalib bi rûhê hey kirî
Wesfan çi bêjim ya Rebî!
Wesfê di mîrê ekber e
Kê taqet e ket defter e
Her Wahidê witr e fer e