Çîrokên welate
Puan vermedi·97 syf.··
2025 28. kitabı
Di vê pirtûkê da, 26 çîrokên navnûçikên herêma Mêrdînê hene. Ev navnûçik, di nav geli da belav bûne û gelek jê çîrokên wan hene. Mem Mukriyanî bi salan e, bi şixulė nêçîrvanan daye dû van çîrokên navnûçikan. Ebando
1000Kitap
EbandoMem Mukriyani · Ebando Men Mukriyani Wardoz · 04 okunma
Windahî û têkoşîna gelekî
Puan vermedi
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin. Leheng/ Karakter: Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên. Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye. Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Gurê MancoSadık Üskan · Wardoz Yayınları · 20246 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Rexneyeke Derengmayî
10/10
·176 syf.··
Beğendi
·
2025 39. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 09 Mayıs 2025 00:29
"Ewên bûn rêberên me Çi anîne serê me" - Cegerxwîn Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin. Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne. Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe)
Heftiyeke Direj li AmedeFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 20156 okunma
Silav bindestno :) Ev çi berhem bû !
10/10
·218 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
36 günde okudu
·
Okunma: 09 Şubat 2025 03:28
Wek hûn jî fehm dikin dem a pirtûkekê de jegirtin zêde parve bikim û li ser lêkolîn û ramanên xwe binivîsînim eşkere ye ku min gelêkî ecibandîye . Yanî ez tenê bêjim min ecibandîyê û derbas bibim ev neheqîyê ji bo vê pirtûkê. Ez nizanim min çi xwend wek manîfestoyek e ev berhem , di nav de civaknasîya kurda , derûnîya mirovên bindest bi taybetî semptomên bindestîyê wan , kemasîyên li ser mafen jinan û di binî da ji (hetta li serda jî ) rexneyên civaknasîyên zayendî yên newekhevî rêz kirîye , hehhh û ya herî taybet jî LEHENGÎ nexş dike .Dema derdarê şer û berxwedana seyîdxanê usîvê seydo û rêhevalê wan nivîs kirîye , mirov dibê qey li ew cengê de tevahî wan şer dike û mişt şanaz dibe ! Min got qey ez gullê tifingê wanim û enîya dijminde tekîyam ! Min got qey ez avim min tîbûn a wan şikestand , min got qey ez çîyayê mêrdîn qoser û gundê zonê me ez li hêvîya wan bûm û min dixwest ez wan veşêrim ji romên gur û neyaran ! Lê kêmasî di nav dilê min da peyda bû , gora mîr seyîdxanê usîvê seydo serlêdanek bikim ew e temam bibe dibêm qey .Cîhê wî û ê rêhevalên wî , cîh ê lehengên me ; wek a di nav tîrêjên rojê de be ronî be .Bê guman her dem ew ê hişê me de cîhekî kûr û xweşik bigrin Ez dixwazim hûn mencikê , zagros (terfa) , osê , seyidxan hemû nas bikin , her yek êşeke her yek birînek e , bawerim hûn e tiştekî ji xwe jê bibînin çimkî em netewekî birîndar û dilşikestîne taybet ji BİNDEST ! Têra xwe ez girîyam ez dibêm hûn ê ji wisa bibe :( Ev berhem wek e mirovên misilman di mala wan de kuran pêwîste ji bo netewên kurdan jî pêwîste ku mala wan de cîh bigre û bê xwendin her hevokê wê bê daqurtandin û heb heb bê xwendin û bê fehm kirin . Berhemek pirhalî ye , Her halîyê we wek her perçeyek welatêmin hêja ye .Belkî mijarê wan jihev cûda be lê tevahî dibe yek , nabe çar
Kurdî
Bacanên PelçiqîRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201754 okunma
Jêrzemîna Maslow: Li Saziyên Perwerdê Zenofobî
10/10
·48 syf.··
Beğendi
·
2023 2. kitabı
''Ev pirtûk; ji dîtina bersivên nû zêdetir, hewl dide ku pirsên nû ava bike. Bawer im ji bo ramana aqilane, pirsên nû dê pencereyên nû yên fikirandinê vekin. Îro ev mijar ji bo zimanên din bê wergerandin û xwendekar bighên jî, ev mînakek baş ê glokalîzasyonê ye ji bo min. Xebatek ku min di dema lisansa bilind a li Zanîngeha Medeniyet a Stembolê de kiriye pêşî wergerandin Tirkî paşê jî bû yek ji çapên yekem ên rêza Pîrtûkên Dest ên Ji bo Rêveberên Dibistanê û ez pê kêfxweş bûbûm. Wê demê me bi mamosteyên xwe re li ser pirsa “Mêrdîn, Edirne, Antakya, Artvîn, Îzmîr, Wan an jî Amed, heman pirsgirêkê dijîn? Nîqaşan dikir. Xebat, ji texmîna min zêdetir mezin û dirêj bû.''
Psikoloji
Jerzemina Maslow - Li Saziyen Perwerde ZenofobiHaydar Alper Eser · Na Yayınları · 20234 okunma
Oxir be Apê me Kurda
10/10
·244 syf.··
Beğendi
·
2023 14. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 01 Şubat 2023 21:17
Musa Anter (Apê Mûsa) Li Zivinge gundê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê pişti ku xwendina xwe ya seretayi li Mêrdînê û xwendina xwe ya navin li Edenê kir kete Fakulteya Dadê ya Stenbolê Hina xwendevan bû xwe di nav gelemşeya Kurdi de dit Awahiya xwendevanan ya bi navê Dijle damezrand û kir ku xwendevanên Kurd ên li Stenbolê bi hev re bimînin Rojnameyên Şark Mecmuası Dicle Kaynağı İleri Yurt derxist bi van rojnameyan bi ser gelemşeyan ve çû carinan nivîsên bi Kurdî di nivîsî ji ber vê yekê rojname hatin girtin ew bi xwe gelek caran hate binçavkirin girtin Di herdu buyerên ku di diroka Kurdan de bi navê ên 49'ê û ên 23'yê hate binavkirin de hate girtin bi dilêriya xwe derkete pêş Serboriya xwe ya nivîskari di kovarên Dicle-Firat û Deng ê de didomine dawî li girtinên wî naye û hertim tê girtin Piştî 1990'î di rojnameyên Welat Yeni Ülke Özgür Gündem û kovarên Tewlo Rewşen de nivisandina xwe domandiye Yek ji wan kesên ku di sala 1992'yan de "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê" damezrandine ye di kongreya yekemîn de bû serok Anter di 1992'yan de li Diyarbekirê ji aliyê hêzên nepenî ve bi kemînekê hate kuştin. Berhemên wî Kımıl Birîna Reş Hatıralarım Yarasalar (pelçimok) Ferheng
Kurdî
ReşêHatice Kamer · İletişim Yayınları · 202222 okunma