Kes ned’ye sehergeh ko çi nazikweres î tu
Me j’ belgê gul û nêrgizê sermest-i bes î tu
Zanim ne tinê ko yedê beyda tu didêrî
Wer xweş ke şehîdên xwe ko `îsanefes î tu
Rûh î tu ne cism î ji cemalê bi çi ismî
Reng-i reng-i tibî keşf û şuhûdê çi kes î tu
Hemdê bê hed bo Xudayê `alemîn
Ew Xudayê da ye me dînê mubîn
Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer
Tabi`ê wî muqtedayê namiwer
Ew Xudayê malikê mulkê `ezîm
Daye me mîrasa Qur`ana Kerîm