Wek kundek lûsandî li kavilên cîhanê
Em li temaşeya însanên zemanê runiştîne
Li wê qesra şînê, warê axînê
Bi hêvîya beyhûde, bela sebeb rûniştîne
Me nîne xema payizan, şênahiya biharê
We striyek li deştê em bi aramî runiştîne
Me hebe jî hêza menzîla çûyînê
Em veketine, ne ku runiştîne
Ji bo ku em li benda xwe nesekinînin mirinê
Bi hevsenga xwe re amade, em runiştîne
Me demek nîne rehetî ji pêlên hedîseyan
Wek beravek, em li tenişta behrê runiştîne
Me nedî di umr de ji xeynî axînê
Me çavê hêvîyê li sibê girtî, em runiştîne
Giyanê me de agir, lêvên me bi ken, li sifra cîhanê
Şibhê mûmek nîv mirî, em çi hêja runiştîne
Gula min! Li awaza me ya xembar mêze, me bibexşîne
Ji alemê cihê, em tik û tenha rûniştîne
Da ku tu wek mahîtabê tê ser banî
Wek siya hundirê tariya şevê em runiştîne