Çiqas rewşek cûda ye mirov bimîne bin bandora Pirtûkekê de. Mirov dikevê valahiyekê de û kêmasîyek. Dema ew pirtûk xilas dibe mirov dibeje qey ew pirtûk mir û carekedin wê pirtûke nabine weka hezkirî yek mirov bimire û hew were xûy-
akirin. Nizanim min çend çixare agir kir piştî xilaskirina vê pirtûkê û çend stran guhdar kir.
Ma çima heta nûha
Min sermaya gelek bajaran dît,
Lê tiliyê min nequfilîn,
Lewra di sermaya her cihek de
Tîrêjek roja welatê min di nav de ye.
Min germa gelek bajaran dît,
Lê canê min tengav nebû
Lewra di germahiya her cihek de
Hênikiyeke welatê min di nav de ye.