BEDO-Kalo ma...
SADO-Çi kalo, ma tu jî tê bê na?De hedî ez yekê din jî ji te bipirsim.Bedo, kurê min, ev legleg çimavbûyevlegleg?
BEDO-Ma kalo ez ê ji kubzanibim. Bê henek me tiştên wiha nexwendine.
SADO-Hûn naxwînin ya! De bise ez ê ji tere bêjim.
Rojeke dîsa xwediyê gundekî pirr dewlemend hebû. Dibê li wî gundî pîrekek xweşik û diya sê sêwiyan a binamûs hebû. Zarokên wê birçî dimînin û ji nêza digirîn. Jinik nema zane wê çi bike, aqil di serê wê namîne feqîrê. Tiştek jî di destê cîranan de tuneye ku bidinê lê jê re dibên; "Zad li ba mala beg heye, difiroşin, here ku bideyn bidin te, emê havinê li ser benderê bidinê. Diya sêwiyan bi fedî û şerm dere ba beg, derdê xwe jê re dibêje, lê ser nagirî, begê tolaz ji jinikê re dibê; "Na, ez bideyn zêd nadim, lê ku tu serkabê(devlingê) xwe ji xwe bikî û bi vê nêrdeêanê de hilkişî û dakevî, ezê têra zarokên te zêd bidim te. "Feqîr çiqas li ber giriyaye dîsa ser negirtiye. We çawa bike, zaroken wê li mal ji birçîtî digirîn,gotiye: "Ya Xwede, tu dibînî,ma ezê çawa bikim?Qey emrê te ye ev hawe?" Û paşê derpiyê xwe dertîne û bar şewala bi nêrdewanê de hildikişê û dadikeve. We çaxê beg jî li ber nêrdewanq sekiniye, li jor jêr li çîmê jinikê dinere û dikene. Gava ku jinik daket, zadê xwe bir, Xwedê jî beg mesex kir û kirl egleg. îca ji wê çaxê û heta niha hîn jî legleg stûwê xwe bipêş û paş de ditewîne û wek kenê wî begî dike leqleq.