336 syf.
·
Puan vermedi
·
Beğendi
·
5 günde okudu
Feryada Eşqê
Ji bo Mewlana û eşq ku gotineke nexweş hatibe kirin, bi rastî ew kêmasî û qirêjdîtina xwedîyê gotinê ye û ew dê li wî veger e. Mîna eşq, her çi gotinên ku payebilindahîya Mewlana bîne ziman, wê kêmanî tê de hebe. Wergera Mamoste Hayrullah Acar gelek serkeftî ye. Ji aliyê din ji ber nêzîkahîya zimanê Kurdî û Farisî, germahîya gotinan û tehma forma metna orîjînal bîhna xwe wenda nekirîye. Bi hêvîya xwendineke dilgermî...
Eşqname 100 Xezelen Mewlana Yen Bijarti
Eşqname 100 Xezelen Mewlana Yen BijartiHayrullah Acar · Nubihar · 20213 okunma
112 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
XEMZÊM CEWRIKA MAKEZIMANÊ YE
   Xwiner di xemê de dixeniqe. Lê dilopek hêsîr di çavê wê de nayê. Bê acîtayson û bê hêsîr çawa ev xem hatiye hûnandin. Mirov şaş û metel dimîne.     Pirtûk bi her alî va serkeftî ye. Pêşgotina Ülkü Bîngol bigre, destnîşana Bîngol a helbestkarê Danîmarkî Peter Laugesenê ku nêrîna wê a ser helbesta, heta gotina Ahmedê Xanî ku ser ziman gotiye.
Xemzêm
XemzêmA.Bedir · J&J Yayınları · 20163 okunma
Reklam
104 syf.
·
Puan vermedi
Kurteanalîzek li ser pirtûka "Demsala Nan"
Ev pirtûk ji şeş çîrokan pêk tê lêbelê çîrok bi hev ve girêdayî ne û lehengê wan jî bi gelemperî yek in herwiha leheng di çîrokan de diguherin lêbelê serlehengê me yek e. Ji ber vê taybetiya xwe dema mirov pirtûkê diqedîne mirov tama romanê jê hildigire lewra bi vê taybetiya xwe dişibe romanan. Min Elî Eşref Dervîşiyan bi xêra vê pirtûkê nas kir û
Demsala Nan
Demsala NanAli Eşref Dervişyan · Nubihar Yayınları · 20213 okunma
80 syf.
10/10 puan verdi
·
28 saatte okudu
Xwendin zanînê...
Selîm Temo, Di 27'e Nîsana 1972'yan de li gundê Batmanê ji dayîk dibe. Karê wî ; helbestkar, wergêr û akademîsyen e. Bixwe jî di 2009an de li Zankoya Artûkluyê ya Mêrdînê wekî asîstan profesor dest bi hîndekariyê kir û xebata damezrandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve bir. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî , Erebî, Flamanî , Frensî, Îngilîzî, Japonî , Kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) û Tirkî hatine wergerandin. Helbestvanê me yê hêja , bi zimanekî xalî û peyvên cuda helbestên xwe nivîsiye. Bi xwe pirtûkên Mehmed Uzun wergerandiye Tirkî, ji bo wê zimanê edebiyata bikar tîne serfiraze... Ev pirtûk jî navê xwe ji helbesta "sê deng" hildide. Û pirtûkê de helbestên wî yê salên 1992,1993,1994 jî heye. Helbesta jê min hezkir ya diyariyê Abdullah Pêşewi kirîye. Ew jî ; " hemû dinya ya min be çi dibe asîman mala min be çi dibe mam li ber deriyên bajêr rûçike avahiyan , mehdeyê wan , ez û ew mertalê min şikestî devê min qefilkirî hebim an nebim çi dibe..." Selîm Temo jî qasî wan nivîskarên me yê Kurd serbilind û hêjaye. Divê em xwendekar jî nivîsên nivîskarên xwe biparêzin û bixwînin... Xwendin zanînê... Bi zanînê ra bimînin..
Sê Deng
Sê DengSelîm Temo · Agora Kitaplığı · 2011161 okunma
·
Puan vermedi
Ev pirtûk pir destê min de ma. Ji ber ku navê wî de jî eşkere ye ku destane. Di nav pirtûkê de 7 çîrok hene û strana wî - Brahîm Temo axa - Li kele Çomaniye şer ê kor Qasim û Îskan ê Gulîxanê - Fatima Salih Axa - Tahir û Zahar - Şerê newala paxir Madanê - Gulîzera Kurda û Elê mele - Şerê kûrana Bişêriyê Pêşî hinek behsa çîrokê dike piştî demeke kin strana ku ser çîrokê hatîye gotin ewî dinivîse. Hin caran jî çîrokê bi stranê şirove dike, dîsa berdewama çîrokê dike. Hemû çîrok wilo dibore. Çîrok+stran+... Zimanê pirtûkê ne akademîk bû belê nivîsandinê wî bi tîp û bi rêziman ê kurdî bû lê peyvên wî û hevokên wî hin caran wek axaftin ê bû. Rastî pir aciz bûm ji pirtûkê lê yê ji strana(dengbej) pir hez dike ez bawerim evî pirtûkê hez dike. Mixabin ez Zehf nikarim dengbêja guhdar bikim:(
Destanên Kurdî
Destanên KurdîHogir Berbir · Kayapınar Belediyesi Yayınları · 20130 okunma
72 syf.
·
Puan vermedi
Danasîna Pirtûka Fahrî Ayhan ya bi navê "Bêhna Sêvê"
Helbet ji navê pirtûkê jî diyar e ku çîrokeke Helepçê tê de heye lê ezê ne li ser çîroka Helepçe binivîsim. Çîrokên vê pirtûkê digel ku di sala 2012'an de hatine nivîsîn jî bi min di warê nûjeniyê de gelekî serkeftî hatin. Nivîskar diyar e li ser çîrokan serê xwe êşandiye. Ne tenê xwestiye çîrok binivîse xwestiye çîrokên xwe bixemilîne û wan bi
Bêhna Sêvê
Bêhna SêvêFahri Ayhan · Nubihar Yayınları · 201218 okunma
Reklam
72 syf.
·
Puan vermedi
Rexne û Şîroveyeke kurt di derbarê pirtûka Rojbîn Özkan 'Qenewîç'ê de
Şîroveya Pirtûka Qenewîçê Ji ber ku nivîskar jin e bivê nevê lehengên pirtûkê jî bi gelemperî jin in û bi rastî ev tişt gelekî li xweşa min çû lewra nivîskarên jin pir kêm in di wêjeya Kurdî de û em dikarin bibêjin lehengên jin jî gelekî kêm in di wêjeya Kurdî de. Zimanê nivîskar heta tu bixwazî xwerû bû, kesên ku nû dest bi xwendina Kurdî kiribin ez bawer im ev pirtûk derb e ji bo wan. Çîrokên wê germ bûn û bi şêweya nûjen hatine nivîsandin. Ne çîrokên dirêj in û mirov pê aciz jî nabe. Lêbelê digel ku ziman xwerû bû, çîrok kurt bûn û germ bûn jî mixabin ezê nikaribim ji aliyê şêwe û vegotinê de pesnê pirtûkê bidim. Herwiha digel ku çîrok bi şêweya nûjen hatine nivîsandin jî ji aliyê şayesandin, xurtbûna lehengan û xemilandina hevokan ve pirtûk qels bû. Helbet ev tiştekî gelekî asayî ye lewra dibe ku armanceke nivîskar î bi vî rengî tune be jixwe. Ez pirtûkê pêşniyar dikim ji ber ku ziman ne giran e, ji ber ku çîrok kurt in û mirov aciz nakin, ji ber ku leheng bi gelemperî jin in û mirov di çavê nivîskareke jin de lehengên jin dibîne û dinase... Kêmasî helbet di warê vegotin(şêwe, zimanê edebî) û dewlemendiya bûyeran ve hebû ango bûyer dişibiyan hevdû, dawiya çîrokan dihat texmînkirin. Belkî ne hedê min bin ev şîrove/rexne lê divê nivîskar bi rexneyan xwe bi pêştir bixe. Yek ji armanca van danasîn, rexne û şîroveyan jî ew e ku bi awayekî nivîskar bi van şîroveyan û rexneyan bihese û xwe bi pêş bixe. Sihet xweş Rojbîn Özkan û mal ava weşanxaneya Nûbiharê
Qenewîç
QenewîçRojbîn Özkan · Nubihar Yayınları · 20218 okunma
266 öğeden 161 ile 170 arasındakiler gösteriliyor.