Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
248 syf.
10/10 puan verdi
Kurtasîya Pirtûkê
Kurtasî ya pirtûka ÎSLAMÎZM DEWLET Û NETEWEPERWERIYA KURDÎ ya Kamal SOLEIMANI DESTPÊK Di DÎROKNUSÎYÊN FERMÎ DE ÎMAJA KURD • Şêx Ubeydulahê Nehrî, Seîdê Kurdî / Nursî û yên wek wan divê wek islamist neyên kategorizekirin. • Ne Ubeydulah ne Şêx Seîd daxwaza pergala xelifetiyê dikirin. • Gelek ji siyasetên modernîzekirin û navendîkirinê ku ji
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya Kurdî
Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteperweriya KurdîKamal Soleimani · Peywend Yayınları · 20182 okunma
85 syf.
·
Puan vermedi
·
7 günde okudu
Me bi zihniyetên ku gel û çandekê paşguh dike û qebûl nake, gelek tişt bi dest xistin û winda kirin. hêdane.Mixabin li derveyî edebiyata kurdî edebiyateke bi vî rengî bi êş û jan bijî û hewl bide zindî bimîne, ne pêkan e.Bi amadebûna nivîskarên ku bi wêjeya kurdî re mijûl dibin, nefeskirina sûnî hat kirin.Mehmed Uzun bi tepisandina aliyê siyasî bi zimanê xwe yê edebî ev yek bi awayekî herî baş rave kir.û ev dê her tim hebe. bi yên ku xwe înkar nakin.
Kürt Edebiyatına Giriş
Kürt Edebiyatına GirişMehmed Uzun · sel yayıncılık · 0859 okunma
Reklam
244 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
·
23 günde okudu
Momeste Rênas wekî her carî dîsa zimanê xwe yê helbestî û arî û hêstiyarî di vê pirtûkê bi navê Spîtamayê de jî nîşanê me dide. Di aliyê din de jî kesayetên ku di dîrokê de hatine jibîrkirin bi bîr tînê. Bi piranî li ser kesayeta Spîtama (Zerduşt) disekine û tê dîtin ku fikir û ramanên Spîtamayî di rewşekî zor û zehmetîyê de çawa meşandiye bi me dide jiyankirin. Her pelên pirtukê peyamekî taybet û girîng e ji bo xwendevanan re . Slogana wî ya herî navdar ; ramanên baş, gotinên baş û kirinên baş e ku ev slogan ji bo rizgarbûyîna civakê re têgehên girîng in û divê her mirov bi wan têgehên re biponijin.. Ev her sê peyv di nava rûpalan de tê dîtin ku di nava xwe de têkiliyekî sîmbiyotîk çêdikin. Kengî raman nebaş be, di gotin û kirinên de xetereyekî derdikeve ku ev jî neyîniyan rêz dike... Bi rastî jî mirov kengî naveroka pirtûkê dinêre, ji ol zêtedir felsefe dibîne, cûdatîya ol û bawerî dibîne û diyalektîka xweza û jiyan û mirov dibîne û her wekî din. Tiştekî pir balkêş heye ku ev pirtuk ecizbûnî çênake. Hem ziman, hem gotin, hem jî fikra wî, mirov naêşêne. Min xwend. Ez pir kêfxweşbûm hûn jî bixwînin bi kêfxweşbin :)
Spîtama
SpîtamaRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201827 okunma
160 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye. Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî. Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî tingûz dimeşe û biqede.
GUMBIL
GUMBILSidıq Gorıcan · Dara Yayınları · 01 okunma
80 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Lalo Kerim di nava cıvata feodal de kesekî tenê û xwesere. Xuyaye niviskar bi raçavkirinek xurt çîrok honandiye. Bi rastî jî ew kesên di gundanda tenê ( bê êl û eşîr) dijîn. Ji bo wî gundîde starbin mecburin destemelbin ango gelek kar û baran pêk bibinîn kû. Gundî timayiya wan emelan bikin û wî kesî li gund bimerifînîn. Alîkîve jî çawa ku mirovekî sêf û bêkêr be qet tevlî wî nabin . Ew çi bike û çi bêje. Dine ber xatirê sêfbuna wî ango çawa ku xêrê lê dikin û dihêlin ew wî gundî bijî. Niviskar bi vê honandinê pergala civakê a dagirkeriya navxweyî derdixe meydanê. Dagirkerî, zilm û zordariya civatê a li hember kesên tenê û kesên bêhêz tê ber destê xwêneran. Niviskar keseyetek wisa diafirîne (Lalo Kerîm) him kesê wek xwe tenê him jî kesê wek wî xortî bêhêz diparêze. Çîrok bi zimanê xwe, bi buyer û u honaka xwe mînakeke zexm a pastoraliyêye. Çîrok her di atmosfera mistizmêde ye. Bîjê , gotinên mezinan û têgehên çandî ve buye neynika civatê.
Lalo Kerîm
Lalo KerîmJemal Nebez · Avesta Yayınları · 20232 okunma
408 syf.
·
Puan vermedi
Berhem bi gotina serleheng Adar " Ez vê eskeriyê bikim û di vê navberê de derxim" ve destpêdike. Temenê wî 20 û li gor texmîna me buyer serê salê du hezaran pêk tê. Lê haya Adar haj bayê felekê tuneye, bi awayekî apoliktik dijî. Berhem giştî lixwegerina Adar diherike. Dema berhem berbi dawî dibe. Xwenêr Dibîne ku Adar dibe kesekî
Keleha Dûr
Keleha DûrBawer Rûken · Lis Yayınları · 02 okunma
Reklam
392 syf.
·
Puan vermedi
·
15 günde okudu
Di 16 fotografa de jiyana neviyê Mîr Bedirxan, jiyana Celadet Bedirxan... Bîra Qederê romana jiyanek sirgûnkirî ye. Mehmed Uzun me dike şahidê êşa welatê xerîbiyê, êşa bê welatî û êşa evînê. Gelek caran mirov kelogirî dibe ji ber vê jiyana kambax. Bila cihê Celadet Bedirxan û Bedirxaniyan bihuşt be. Divê Kurd keda wan bizane , tu carî ji bîra xwe dernex e û xatirê Zimanê xwe jî bizane.
Bîra Qederê
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,324 okunma
189 syf.
10/10 puan verdi
·
54 günde okudu
"An hûn an em!"
Ji ku dest pê bikim nizanim, pirtûkek bêhempa dixwînim: Selîm Berekat, gîyanê Qamişlokê, wêjeyeke xwezayî û jîyannameyek tijî... Selîm Berekat jîyana xwe, bi Erebî, bi deveke wekî ku romanekê binivîse berhev kirîye. Ebdelah Şexo yê ku ji Qamişlokê ye ev berhem wergerandîye Kurdî. Beşa yekem bi zaroktîyê dest pê dike. Û dinivîse:
Her Du Jîyanname
Her Du JîyannameSelim Berekat · Lis Basım Yayım · 20141 okunma
130 syf.
7/10 puan verdi
·
Beğendi
Şanogerê kone Mîrza Metîn xeynî listikvan û derhêneriyê nivisa şanoyan jî dike. Heya naha dudu bi zimanê Tirkî dudu bêdeng tevahî 12 tekstê şanoyê nivisye. Di bin banê Lîstikên Tomerî de sê listik aniye erdekî. Tekst ji bo listinê hatine nivisîn. Di nava kevanende liskît tê dernêherkirin. Dibe ku ji ber vê ye xwendin parîkî zehmete. Xwe tevahiya cihanê de jî xwendina metnên şanoyê kême. Berhem bi teksta "lîstika Disko 5nolu" ve destpê dike. Ev teks bi navê xwe jî eyane ku li ser zindana Amedê hatiye nivis . Her çiqas li vê babetê gelek bîranîn guhdar kiribe, çîrok xwendibe û film û belgefîlm jî temaşe kiribe. Şano bandora xwe cuda li ser xwêner dihêle. Em dikarin bêjin ev karesata hatî serî, reseniya xwe ve bêyî ajîte berxwedêr û serbilind tê ser dikê. Buka Lekî jî dîsa bi awayekî tiyatral tengezariya takekesî derxistiye ser dika şanoyê. Hemû kesayetê metnê nexweşin. Him xwe him jî hevdu ne qayilin. Şer pevçûna di navbera wan de hemî kesan diherifine û wan wunda dike. Niviskar şêwaza xwe a drama post-nûjen( nûjena nû) herî qenc li vê metnê de derxistiye holê. Hemî karkerter bermahiyê jiyaneke nîvco mayîne. Cîbicî kirina parodî û îroniya teks dagirtî ye.Ez herî zêde vê listikê mereq dikim ka li ser dike çawa ye. Hevî dikim demek kin de temaşe bikim.
Lîstîkên Tomerî
Lîstîkên TomerîMîrza Metîn · Avesta Basım Yayın · 20186 okunma
336 syf.
10/10 puan verdi
Dîwana eşqê û evîndariyê
Ji kitêbeke xwesh û tije beytên evînîyê merheba! Ev pirtûka ji xezelên mewlana pêk tê bi zimanekî gelek herikbar hatiye wergerandin. Mamoste/nivîskar Hayrullah, wergerên Mewnewî ji zimanê Farisî hem kovara Nûbiharê de li ber çavan dikeve hem bi vê kitêbê xezelên Mewlana bi me dide nasîn û hezkirin. Kitêb bi du beşan pêk tê; Beşa yekem, wek navê pirtûkê de jî gotiye 100 Xezelên Mewlana yên bijartî, digel Farisiya wan cî digre ku bona xwînerên zimanê Farisî dizanin rehettir bîne ber hev ku bixwînin. Beşa duyem de jî Çend wergêran ji Mewnewî û 33 rubaî/Çarînên Mewlana ye. Dawiyê de jî hin peyv û têgehên ku xezelan de derbas dibin re ferhengokek cî danîne. Min ji vê kitêbê gelek xezel û çarînên Mewlana hez kir. Kêm be, ne zêde be lê divê xwesh xwendin be.
Eşqname 100 Xezelen Mewlana Yen Bijarti
Eşqname 100 Xezelen Mewlana Yen BijartiHayrullah Acar · Nubihar · 20213 okunma
Reklam
148 syf.
5/10 puan verdi
·
Beğendi
Gwin, Namus,Beravitî, Nixurî, Kordunde, Stewr, Pizdank, Gulik, Zêstanî. Her çîrok neqeba têgehekîde hatiye bicîkirin. Metleba niviskar a sereke ewe ku van têgeha ji wê bîra tarî de derxe ber rojê. Ger em çîroka li ser hêmanan dabeş bikin. Divê em bixin du beşan. Yek yên li ser têgehan in. Çîrok der dora têhan gêr dibin. Bi zimanê dewlemend û şêwazk rijî hatiye vegotin. Çîrok bûne kana peyvan. Di be ku ji ber vê hîn deverê honandinê maliq, hîn dever jî bê wate ne. Beşa duyemîn jî li ser hêmana Feminizmê hatiye lêkirin.Her yek ji jînenîgeriya jineke serkêş e. Eyşeşan, Meryemxan û Leyla Qasim. Kesayetê sereke ên van çîrokan her yek serkêşek e. Lê çîrok politîkbunê zêdetir polîtizene.Nivîskar pêşî biryara qehremanan, peyaman û têgehan daye. Paşê çîrok pêve daniye. Çîrok derxwezayî di bin siya niviskar herikîne. Berhem bi awayekî ecêb sêbare kiriye. Bi dijgotinê kurtasiya wê. Bi çîrokan vegotin û axiriya berhemê de jî hemam çîrok bi şêwaza şanoyê . Beşa şanoyê léanîna çîrokane ango adaptekirine. #kurteçîrok #çîrokênKurdî #Kurteçîrokênkurdî
Pizdank
PizdankYaqob Tilermeni · Lise basın yayın · 20184 okunma
234 syf.
·
Puan vermedi
Kurd î Kurdî biaxive:)
Ev pirtûk, pirtûka Kamiran Alî Bedîrxan e. Kamiran Alî Bedîrxan birayê Celadet Bedîrxan e. Jixwe ev malbat ji bo zimanê Kurdî gelek xebatên baş kirine. Ev pirtûk jî wan xebatên baş de xebateke. Zimanê pirtûkê ne zehmete, baş tê fêm kirin û xwendinê de jî rehet e. Yên ku dixwazin rêzimana xwe ya kurdî pêş bixin ev pirtûk çavkaniyeke baş e. Xwendin xweş:))
Kamiran Ali Bedirxan
Kamiran Ali Bedirxan
Kolay Kürtçe
Kolay KürtçeKamiran Ali Bedirxan · Doz Yayınları · 20006 okunma
78 syf.
·
Puan vermedi
Hevalcan:)
Tu mirovekî çi mîkemmel î:) Ez pesne mirovatiya te bidim an jî pesne helbestvaniya te bidim nizanim. Tişta ku ez zanim tu ber dilê min gelek şîrîn î. Ev pirtûk, pirtûka te ye duyemîn e. Weke pirtûka xwe ya din, te di vê pirtûkê de jî bi zimanê xwe yê efsûnî gelek helbest nivîsandine. Dizanim ku tu yê di helbestên ku tu dixwazî di paşerojê de çap bikî yê gelek baş bin û em ê bi kêfxweşiyek mezin bixwînin. Çavê min helbestên te Kurdî ne. Ez bawer im ew helbestên te jî gelek cindî ne:))
Bawer Aydın
Bawer Aydın
Yaşıyoruz Birbirimize Değmeden
Yaşıyoruz Birbirimize DeğmedenBawer Aydın · Ange Yayınları · 20233 okunma
72 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Deftera helbestvanê cîwan li ser janake zirav qetaye. Helbest bi zimanê "xwe/ez" hatine lê kirin. Her çiqas diltengiyek hênûn hêmana serekebe jî . Hêviyek hertim heye, ewrê helbestvan ji bo keskesorê bibîne xwe daqul dikir, û ev hêvî û hewildan bê navber hure hur meşiya. Bi destnîşan kirina Poe, Neruda û hwd de berê xwêner dizivirîne helbesta cîhanê, û bi remzeyê xwe ên nazenîn ve xwêner ji Arjen Arî, Cegerxwîn naqetine. Ziman fireh û devokiye. Şêwaz nûjen e. Bi min remzên herî nazenîn, helbestên herî dil ên netewîbûn. Ew zilm û zordarî,ew bişavtina bi salan. Wek "navê xwe nezanîn" , "Hindakirina navê xwe" û " Zimanê Stenbolê" lêkiriye. Bê' y ajîte bike, hure hur lê dike. Her wuha remzên çandî û mitên Kurdî jî hebun. Bi çîroka kalikê xwe destê xwener digirê û divê wan rojên bi çîrok. Ê helbet bê Tivîlka /Teyrê Heftbask nedi bû. Nivîskarê cîwan xeleka helbestê a Arjen Arî a sala 2023 wergirt. Dema pirtuk diqete. Xwenêr divê ev xelat ji te xweş helal be xorto.
Deftera Qetayî
Deftera QetayîRêzan Diljen · Sor Kitap · 20234 okunma
261 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.