Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
392 syf.
·
Puan vermedi
Türkçesini yorumda bulabilirsiniz.
Bi kîjan gotinê destpê bikim, nizanim. Êş... Belê êş, tenê êş! Tenê em li vê dihesî dema ku me ev pirtûk xwend. Lê çi êş? Kîjan êş? Evîn? Welat? Feqîrî? Xerîbî? Bindestbûn?... Wê kîjan peyv vê êşê bîne ziman, nizanim. Tenê peyvek têrê nake. Ji ber ku hemû peyvên bi êş dorpeç dike dilê mirov. Lê kîjan mirov? Her pirs wê wisa gelek bibe... Ne
Bîra Qederê
Bîra QederêMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20133,336 okunma
128 syf.
·
Puan vermedi
ERÊ BİXWÎNİN!!! DİNYA XİRA NABE HA!!!
---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim.
Epîlog
EpîlogHesenê Metê · Avesta Yayınları · 20032 okunma
Reklam
80 syf.
10/10 puan verdi
·
28 saatte okudu
Xwendin zanînê...
Selîm Temo, Di 27'e Nîsana 1972'yan de li gundê Batmanê ji dayîk dibe. Karê wî ; helbestkar, wergêr û akademîsyen e. Bixwe jî di 2009an de li Zankoya Artûkluyê ya Mêrdînê wekî asîstan profesor dest bi hîndekariyê kir û xebata damezrandina Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve bir. Helbest û nivîsên wî bo Almanî, Azerî , Erebî, Flamanî , Frensî, Îngilîzî, Japonî , Kurdî (kurmancî, soranî, zazakî) û Tirkî hatine wergerandin. Helbestvanê me yê hêja , bi zimanekî xalî û peyvên cuda helbestên xwe nivîsiye. Bi xwe pirtûkên Mehmed Uzun wergerandiye Tirkî, ji bo wê zimanê edebiyata bikar tîne serfiraze... Ev pirtûk jî navê xwe ji helbesta "sê deng" hildide. Û pirtûkê de helbestên wî yê salên 1992,1993,1994 jî heye. Helbesta jê min hezkir ya diyariyê Abdullah Pêşewi kirîye. Ew jî ; " hemû dinya ya min be çi dibe asîman mala min be çi dibe mam li ber deriyên bajêr rûçike avahiyan , mehdeyê wan , ez û ew mertalê min şikestî devê min qefilkirî hebim an nebim çi dibe..." Selîm Temo jî qasî wan nivîskarên me yê Kurd serbilind û hêjaye. Divê em xwendekar jî nivîsên nivîskarên xwe biparêzin û bixwînin... Xwendin zanînê... Bi zanînê ra bimînin..
Sê Deng
Sê DengSelîm Temo · Agora Kitaplığı · 2011158 okunma
88 syf.
·
Puan vermedi
"Nasnameya min di devê min de ye"
... Berîya pirtûkê ez dixwazim piçek qala nivîskarê me ji we re bikim. Nivîskarê me Rojen Barnas li Farqînê navçeya Amedê sala 1947 de (pê tam emîn ninim) hatiye dinyayê. Navê wî yê rast Mehmet Gemici ye. Ji Enstîtuya Hevotin ê perwende (mezûn) bûye. Serê sala 1970 an de di nav tevgera Kurdan de a bi navê DDKO (Devrimci Doğu Kültür Ocakları) cîh
Hingê
HingêRojen Barnas · Nudem Yayınevi · 199733 okunma
448 syf.
·
Puan vermedi
·
54 günde okudu
"Dar li ser koka xwe, Mirov li ser zimanê xwe şin dibe" Min xwest ez vê gotarê bi zimanê xwe binivîsim. Ev pirtûk nêzî 9-10 sale pirtûkxaneya min de ye, pir ser bilind im ku min vê pirtûkê xwend. Ez di malbateke ku Tirkî nizane de mezin bûm û min heta 8-9 saliya xwe bi Tirkî nizanibû û pir kêfxweş im ku ez keça malbateke Kurd im. Ez niha zêdetir li xwendina pirtûkên bi kurdî difikirim û min xwest bi vê pirtûka mamosteyê me Kadrî Yildirim dest pê bikim. Ji bo pirtûkê: Ev pirtûk ji pêşgotinekê û şeş beşan pêk tê. Di pirtûkê de em dibînin ku rehên lêker û navdêran, cînavên kesî, gerund, lêker, cînav, rengdêr, pêşpirtik, hevgirêdan, hêmanên hevokê... hatine nivîsandin. Di paşi dawî de em helbest û gotinên pêşiyan dibînin. Yên ku bi kurdî nizanin, yên ku dibêjin malbata min kurd e lê ez bi kurdî nizanim, yên ku dibêjin ez kurdî fam dikim lê nikarim bipeyivim û yên ku dixwazin bêtir kurdî fêr bibin dikarin vê pirtûkê bixwînin. Ez spasiya mamoste Kadrî Yildirim dikim ku pirtûkeke wiha pêşkêşî me kir. Silav ji bo kesên ku zimanê xwe ji bîr nakin, silav ji kesên ser rêya Celadet Alî Bedirxan dimeşin. Silav ji wera hevalên hêja. Ez ê li vir carna helbest, stran û peyvên kurdî bihêlim hun ji dikarin di şîroveyan de stran, helbest û peyvên kurdî bihêlin, ez ê pir kêfxweş bibim. Gelek spas dikim. Ji bo kesên ku eslê xwe wenda nakin. Bi xatirê we. ^_^
Temel Alıştırma ve Metinlerle Kürtçe Dilbilgisi
Temel Alıştırma ve Metinlerle Kürtçe DilbilgisiKadri Yıldırım · Avesta Yayınları · 20138 okunma
112 syf.
10/10 puan verdi
·
6 günde okudu
Şîretên bê dawî...
Şîret çi ye ..? Waxtê şîreta mirovan dikin ji bo çi ye..? Ma her şîret , devê pêşiyan dertên ? Ma her şîretên pêşiyan li me tên ..? Dayîka min zehf şîret min kirin. Hê jî li min ra dibêje. Şîret carna xweş nebin jî lê jiyîn pir dijwar e , hewceyî ya merivan le çê dibe ... Dayîka min ji me ra çi dibêje rast dertê. Ez jî dibêjim ku em biçek guh bidin Celadet Alî Bedirxan . #107674187 Ev pirtûka ,ez dibêm li cîhê " gotinê pêşiyan" digirê. Li min ra wisa hat . Celadet , her şîret ji çîrokekî ra ji me ra anîye ziman. Lê Kurdî ya Mîr Celadet , piçek aksanî ye , ez dibêm "Botî " ye ji bo we aksan pê rane. Lê xwandina pirtûkê ji bo aksan zehmetî nîne. Xêncî vî pirtûka Celadet ,min pirtûkên wî yê dinê ji xwendiye. Wan pirtûkan yek jî "
Rojên Almanyayê
Rojên Almanyayê
" ye. Ew pirtûk waxtê Mîr Celadet rêya wî dikevê xerîbî yê ,li wan rojan dibêje . Rojên derbasbûyî Celadet her roj nivîsan digire. Rojê ku nivîsiye ,pêşiyê kovara " Hawar" e da dinivîse. #96496521 ... Mîr Celadet , pir bi qîmet e . Qîmet bûna wî; li ser zimanê Kurdî, li hêz a mirovan, li zana mirovan ... Ji kovara Hawar û Ronahî yê pir pirtûk pêk bûye. Ez dibêm pirtûka were xwandin Mîr Celadet dilşa bike
Kürtçe Grammer
Kürtçe Grammer
Ev pirtûka ye ... Bi gotineke Mîr Celadet dawî bînim ; "Cihan û heyat her du jî xweş in, lê her du jî fanî ne ; îro hene sibe tinene. Tu ji xwe ra beqayê bixwaze ku abadînî bi tenê di beqatê de ye ..." / Malbata Mîr Celadet;imgyukle.com/i/L9qIKn
Şiretbej
ŞiretbejCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201618 okunma
Reklam
128 syf.
10/10 puan verdi
Haya we ji we hebe!!! SPOİLER zehfe vê lêkolînê da. Ev pîrtûka hanê min bi dîyarîya kekê
Serhevde
Serhevde
xwend û ji boy dîyarîya wî gelek hêja, dîsa spasîyên xû jêra dişînim. Vê pirtûkê behsa jîna Pêşawa Qazî Muhammed dike. Qazi Muhammed kû berê Komara Mehabadê ava kirîye û buye Pêşawa Komara Mehabadê û gele Kurd. Û li ber çav
Qazî Muhammed
Qazî MuhammedBazê Kal  · Yöneliş Yayınları · 201933 okunma
68 syf.
·
Puan vermedi
LÊKOLÎNA PİRTÛKA " DEM "
Ez ê di vê lêkolîna xu de pênç hev jêgiranê( alıntı) helbestên pirtûkê parve bikim û li ser van jêgiranê pênç hev helbesta biaxivim. Wekî ku em tev Kurd birçîyê azadîyê, serxwebûnê û hesreta dewletkîne helbestvan û nivîskarê me jî birçîyê azadîye û dewletkîne. Min kîjan pirtûka nivîskarê Kurd xwendibe, berî evînê, berî hezkirinê yanê berî her
Dem
DemOcco Mahabad · Na Yayınları · 201727 okunma
265 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.