Çawa ku di lîsteya jêrîn da tê dîtin, ji serdemên Eşkanî û Sasanî heta bi hatina Îslamiyetê di çavkaniyên Sumerî, Grekî, Suryanî, Ermenî, Erebî, Farsî û çavkaniyên Xrîstiyaniyê da qala Kurdan hatiye kirin û di van çavkaniyan da li ser esasê taybetmetmendiyên fonolojîk ên van zimanan form û varyantên cuda ên peyva "Kurd" hatine bikaranîn. Li gor tesbîtên G. R. Driverî tevahiya varyantên jêrîn ên peyva Kurd ji heman rehê tên û tev jî Kurdan nîşan didin:
1. Di Sedsala yekem a BZê da: Cordueni, Gordyene
2. Di sedsala yekem a PZê da: Gordyeni/Gordyene, Cordueni, Gordyaeus, Kordyaei, Cordiaei
3. Di sedsala duyem a PZê da: Gordyene, Gordyaeus, Korduēne, Kardynus
4. Di sedsal çarem a PZê da: Kardûêni, Cardueni, Kordyaei
5. Di sedsala pêncem a PZê da: Cardueni Corduena Cordyena, Kardûêni
6. Di nivîsên nivîskarên Kîlîseyan de: Cardyeus, Cordulia, Codryalia, Qardû, Kardû, Qardawayê, Kûrdayê