Hey li min felekê. Te çima li min weha kir? Te teyrê xwe berda, koma refê min belav kir. Te ez kirim qutîkî pole, dev û lêva wî şima kir, Herçî dost bû, te li min melûl kir, Herçi dijmin bû, te li min şa kir, Hey li min felekê, Zozanê Sîpane Xelatê xweş e, li sîya darê, Felekê ez şaş kirime, berdaye, geh li jorê, geh li xwarê.