Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Çîyayê Ararat

Çîyayê Ararat
@Ararat1
Sıkı Okur
Bibare berfê Li ber xwe bide kulîlkê Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê
Arjen Arî
Arjen Arî
Cegerxwîn
Cegerxwîn
Fyodor Dostoyevski
Fyodor Dostoyevski
Mehmed Uzun
Mehmed Uzun
7 Temmuz 1996
178 okur puanı
Mart 2020 tarihinde katıldı
"Aşkın bir gözü fazladır," der Mahabarata, "Aşkın bir gözü fazladır."
Reklam
Li dinyayê her tişt xwediyê dengekî ye. Ne bi tenê însan, teyr, tilûr û heywan, her-weha erd û ax, dar û ber, zinar û çiya, av û çem, ba û bahoz, berf û baran, tav û heyam jî xwediyê dengekî ye.
Mehmet Uzun
Fermo, ji we re rastiya Dîcleyê; Guhê min li dengê te, ko qîrîn e, hawar e. Çavê min li pêlên te, ko xuşexuş e, herikîn e. Ji deverên dûr ber bi deverên dûr e, di nav wext û heyaman de. Dengê te, ko bi dengê ba, baran û berfê ve yek dibe. Endam û bala te, ko bi tîrêjên tavê, çirûskên heyv û stêrê li hev dipêçikine. Li dengê te guhdarî dikim, ko kûr e, dûr e, nûr e. Her roj, her şev, ji jor ber bi jêr e, li vir e, li wir e...
Mehmet Uzun

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî. Germahî. Geşî, xweşî. Bihar, dilşahî. Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele. Av vedije, Dîcle hişyar dibe. Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije. Av, avzê, kahnî, co û çem. Ji dahl, daristan, zinar, çiya. Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor. Av, Dîcle. Dîcle vedije, Dîcle har dibe. Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl. Bi hev re, di nav hev de. Dîcle dibiriqe. Dîcle diçirise. Dîcle distrê. Dîcle dibêje.
Mehmet Uzun
Qendîl
Gotina însanê biserneketî, hêdî hêdî, winda dibe, heyata wî, dewr û dewrana wî dikeve ber pêlên wextê û dibe hîç û pûç.
Mehmet Uzun
Reklam
Tû Şirîni
Delal tû tam û şirîni Ciger kulî, dil birîni Ji bo kula te em derman Bibînin ew derd nemîni Tû evînî, tû delal Ava pakî, zef zelalî Tû çem û çîya kanîy Mele, Feqî, tu Xanî'yi Tû ax a Kardûk û Gûti Kurd ra hêvi, mal banîyi Tû evînî, tu delalî Ava sarî, pırr zelalî
Rıza Çolpan
Jibîrbûyî, êzidî ne, ko bav û kalên min in, ko hertim li serê çîya û newalên kûr ên welatê êzîdîyan, tên kuştin, hertim ferman û talana wan radibe, ko ji tirsan nikarin danê sibê û danê êvarê, rûyê xwe ber bi tava ro-jê bikin û dua û ayetên xwe bideng bixwînin.
Mehmet Uzun
Bihêjine cîhan, Ku zû rizgar bibe Kurdîstan Kurdîstan dayîka meye Xwişka min û teye Ew namûsa meye Şiyarbin, yekbin
Rıza Çolpan
Strana Dêrsîm
Dêrsîm nav çar çiyan da Hêstêr çavên daykan da Zar, zêçên me şewitandın Bın xani û cılan da Çibû li Dêrsimê çi bû? Dost gîryan, dijmın şabû Welatê me Kurdistan Bın lingan de xızan bû Bıpırse çemê Minzûr Çıqas kuşt zarokên hûr Ew ax a erdê Dêrsîm Bi xwinê bû gola kûr
Rıza Çolpan
Hevalno... adet û ûsil, tarîx û zeman singê konê milet û welatan e. Bêbext û telaqreş dijminê vî tiştî ne. Xelkê ku li vî tiştî xwedî derkeve, rûgeş e, xelkê ku xwedî dernekeve, rûreş e. Bila rûreşî ji me dür, rûgeşî armanca me be. Li welatê me adet e, di destana Memê Alan de bûye, şîn bi darê şîne heye. Dara şîne dixemile û xelk li şîne rûdine.
Mehmet UzunKitabı okudu
Reklam
Kese ku li şîna xwe rûnene, qedr û qîmeta miriyên xwe negire, ne mirov e û ne kurd e.
Mehmet UzunKitabı okudu
Evdalé Zeyniké
Hey li min felekê. Te çima li min weha kir? Te teyrê xwe berda, koma refê min belav kir. Te ez kirim qutîkî pole, dev û lêva wî şima kir, Herçî dost bû, te li min melûl kir, Herçi dijmin bû, te li min şa kir, Hey li min felekê, Zozanê Sîpane Xelatê xweş e, li sîya darê, Felekê ez şaş kirime, berdaye, geh li jorê, geh li xwarê.
Mehmet UzunKitabı okudu
Kurdan ji konên reş pir hêz dikirin û digotin, "konê reş, warê xweş."
Mehmet UzunKitabı okudu
Wan digot; dostanîya dostê xwe berde, belê dostanîya doste bavê xwe bernede.
Mehmet UzunKitabı okudu
Axirdewran jî were, qiyamet jî rabe, tu peyayê ber dile min î.
Mehmet UzunKitabı okudu
518 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.