Gava ez li zanîngehê de, di pola ewil de bûm, mamosteyê me pirsek ji hevala min re pirsî, got "tu çend salî li Tirkîye yî û tu dibêjî ez fêrî Tirkî bûme, ka wê gavê bibêje xewnên te bi kîjan ziman in?" Hevala min şaş ma ji ber ku ne li benda pirseke werê bû û her wiha ez jî. Dûvre ez fikirîm, min ji xwe re got ka xewnên min bi kîjan ziman in, ma min jî zimanê dayikê ji bîr kirîye. Çend sal derbas bûye hê jî nizanim xewnên min bi kîjan ziman in, ez bala xwe didim xewna xwe lê gava di xew de diçim ji bîr dikim. Hêviya min ji Xwedê ye ku bila xewnên min bi Kurdî bin û hew ne xewn weke ku mamoste Receb gotî ye "Helbet xewn xweş in. Lê ez êdî naxwazim di nav xewnan de bigevizim, dixwazim bi dengê Kurdî hişyar bibim û bi awazên Kurdî bijîm."
Îro min ji we re pirtûkek werê anî ku yekê bixwîne ne mimkûn e bibêje nexweş e, ji serî heta dawî lezeteke bê dawî ye. Min dilê xwe di nav vê pirtûkê de hişt. Min dilê xwe xist nav rûpelên wê, wan rupelên wê yên ku bi mirekeba xwînê hatiyê nivîsandin. Êş û derdê xwe, janên dilê xwe ji bîr bikin û guh bidin mamoste Receb.
Min ji xwe re gotibû ez êdî hew sîteyê de lêkolînên pirtûkan binîvîsînim lê min niviskarekî werê nas kir û min dît ku kes wî nizane, min xwest du peyv jî be li ser wî binîvîsînim. Min Receb Dildar bi vê pirtûka wî re nas kir, min vê pirtûka wî jî bi tesadufî standibû, wêneya qelpaxa pirtûkê ez kişandim xwe, du çav ku tu yê qet ji bîr nekî...
Belê me qala Receb Dildar dikir, ma dikare nivîskarek bi me re ewqas bi can û dil be, tu li ser Instagramê, Twitterê wî dişopînî ew jî tê te dişopîne, tu ji wî re şîrove dikî bersiv didê te, tenê ne Receb Dildar nivîskarên me hemûyan werê ye qurrebûn û poz bilindî piçekî jî be ne li ser wan e, yê ji mînakên ewil jî Receb Dildar e. Ez dibêjim ji ber vê yekî kes qiymetê nade wan.