Ez Badîn im, bayekî dîn im. Giyanê min goleke kevzgirtî ye. Ariyan sêkuçikên koçeran e ku li pey xwe dihêlin. Dorpêçkirî me ez bi xewnan, bi bîranînan bi perçeyên dilekî şikestî. Xefkên demê, salên temenê min yên mîna çivîkekî kor, didin ber diranên xwe. Bi tenê me ez vê şevê, weke dareka miradan û rêwiyekî westiyayî.