Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Hun li benda biharê bûn Wa bihar hat, hun ku va diçin? Dilê we yê germ, rûyê we li ken bû Nekin jinên azad, hun ku va diçin?
JİNEN AZAD, ÖZGÜR KADINLAR..!!!
Hûn li benda biharê bûn,Va bihar hat hûn kuva diçin Dilê we yî germ rûyê we bi ken bû, nekin jinên azad hûn kuva diçin Baharı bekliyordunuz, Bahar geldi siz nereye gidiyorsunuz Yüreğiniz sıcak yüzünüz güleç idi, Yapmayın özgür kadınlar nereye gidiyorsunuz...! youtu.be/VaEkuXtQjg0
Reklam
Xebera te jê heye dîwaro? Deriyê hêsin, paceya girtî, Balîfê min, ranzeya min, zincîra min, Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê, Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de, Xebera te jê heye? Ya hatî serdana min, pîvazterk rêkirîye Bêhna qurnefîlê ji çixareya min tê Bihar hatiye warê min…
Ahmed Arif
Ahmed Arif
Gelo hevalên Kurd, daxwaziyek xwişka we ji we heye :))
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in. (Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.) Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin. Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Bêhna baranê ji te tê, Li min bibare ez bihar im... *** Yağmurun kokusu geliyor senden, Yağ üzerime baharım ben...
Bêhna baranê ji te tê, li min bibare ez bihar im Yağmur kokuyorsun, üzerime yağ. Baharın ben olayım
Reklam
Raweste Raweste Ev bihar ne ya min û te ye Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm Min rûyê xwe disipart rûyê te Raweste. Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe
Tu gul î, tu beybîn î ji derdan re derman î carek were min bibînî were zalim de were, were rinda'm de were, were cana'm de were Were delalê Dibişire ey yarê Weke heyvê, wek tavê Were kulîlka biharê Were cana'm de were, were rinda'm de were, were gewra'm de were Were delalé
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.