Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Xecê got: - ez dinerim ku hûn ji xwin rijandinê pê guh nadin ti tiştî. Biner li vê biharê, çi xweş bihar e, lê dinya dem û dewran e! Hûn wisa fort û zirtan li hember qîzê bavan dikin ma ji we re ne eyb û kêmanîyek giran e!
KURDISTAN
Wextê ewr qotê çiya, Tên û dıgrın raina ziya, Dialın hemû gedûk, riya, Tu dıkevi bira mın. Wextê dibe şeveres, Heva dıgrın erd û ers, Hev dıçın tên reş û peş, Tu dikevi bira min. Wextê berf çiyê som dike, Ba berfé hev tom dike, Ser palê wê kom dike, Tu dikevi bira min. Wextê leyi har dibe, Pala çiya da xar dibe, Her tışt ber wê jar dibe, Tu dıkevi bira mın. Wextė dinê bihar e, Tenê çiyê berf dibare, Hışki, seqem û sar e, Tu dikevi bira mın Kurdistan...
Reklam
Girê Sor mîna bûka bixêlî dûr va bi rengawazê keskesorê diteyisî. Kulîlkên biharê yên bi hezar rengî ku rex kanîyê hela mabûn, merî ber bi xwe dikişandin.
ewil reşêle niha jî darzerdele bihar e bêşik .
çîyaye bêxêr di her berbangê de silavek şermok derdixe ji pêsîra xwe û ramûsanek ji dil dişîne ji cûdî re ne keştiya nuh hewandibû bêxêr ne jî bûbû stargeh ji şoreşgerekî re keştî bi bayê jiyanê herikîbû cûdî gerîla bi evînek azad meşiyabû jiyanê li ser vî çiyayî jîn da jiyan li vir hat dorpêçkirin li vir birîndar bû lê dîsa û careke din jiyanê li ser vê axê birînên xwe kewandin û careke din kulîlk veda azadî li vir li cûdî li botan û dê careke din govend were girêdan li vir li Kurdistanê di demsalek biharê de di rojek Newrozê de...
Sayfa 121 - AryenKitabı okudu
..dilê xweş her lê bihar e. Xwediyê dilê xweş nemir e û her lê qale qal e.
Sayfa 136Kitabı okudu
Reklam
Bihar e, êdî bihar e, Roza! Gupik bi gupik in, gulî li darê. Balinde di çerxa dîlanê de, Serxweş in bi evîna biharê.
Eşk û evîna te Di zeviya dilê min de Mînanî tovê genim e Her heba genimekî heft simbile e Her simbilekî sed genim e Jê cudahiyek heye Genim salê carekê Li bihara şîn dibe Lê bi eşq û evîna te Li dilê Kevoka bask şikestî Her tim bihar e
Di ruhê min de şax diavêje Êşa li ser dilê min e Sozdarê Ji hêlekê sar e, ji hêlekê bihar e lê lê Nizanim gunehê min û te çi ye Û ji hêlekê baran in em, ji hêlekê erdekî tí ne lê lê Tu ji hêlekê nêz î, ji hêlekê wenda yî lê lê
Hê warê ku biyan bû yanzde salan ji bo min, Ne hezkirina delalan ne serdilk ne yar û jin, Ew pêl ji emrê şîrîn borî di deryayê xem, Tev diltengî zîvarî bi dijwarî û elem. Wek rêwiyê pir westî, bêzar bûbûm ji jînê, Kê bîr dibir binêre li deftera evînê, Me got qey derd û kulan arê di dil temirand, çira bihara jînê bi zor bakî vemirand. Ne dîyar bû
Medegesker, Sant-Marî. 10.2.1936.
Reklam
bahr: iz. ar. cm. buhûr, ebhâr, bihâr, ebher. 1. deniz, derya, yemm: Bahr-ı Sefîd = Akde­niz; Bahr-ı Siyah = Karadeniz; Bahr-iAhmer =Kızıldeniz, Şâb denizi. 2. büyük nehir veya göl: Bahr-i Nîl, Bahr-i Ceyhûn, Bahr-i Aral. 3. ed. şiir vezni, bahr-ı recez, bahr-ı remel. 4. mc. müktezebât-ı ilmiye ve fenniyesinin pâyân ve kenarı olmayan, mütebahhir adam: İbn-i Sînâ bir bahrdır. || bahr-ı muhit = büyük deniz, dış deniz, okyanus.
Ez ne çarim yekim
Çar alîyên welatê min hene Rojhilat kêm be Ez ê bê berbang bimînim Bakûr kêm be Ez ê bê ba bimînim Rojava kêm br Ez ê bê bihar bimînim Başûr kêm be Ez ê bê baran bimîbim Çar alîyên welatê min hene Rojhikat kêm be Ez ê bê çav bimînim Bakûr kêm be Ez ê bê dest bimînim Rojava kêm be Ez ê bê pişt bimînim Başûr kêm be Ez ê bê ling bimînim
"Di zikê darbestekê de zarokekî jiberçûyî me û dizanim doxîna şevê bi xwînê girêdayî ye" Fitiloka windayîyan a emrên gîyotînî diperpite û ew bayên êvarên ku ji enîya sorayîya rojê lawazîyên min dihewîne Hûn dizanin
"Wekî Pirtûkên Komageneyîyan nivîsên çîyayî ên ehlî êgir in Pêtên me hê jî di rûpelan de fasiq in... û tenê darên hundirê me dihejin" Me her kesî Li rûyê tenêtîya heramzayîna rojê, Bi destpêka gotina dawîyê Xatirxwestineke şikestî Ji devê dewrana ku di destê stranekê de çilmisandina rengên melodîyên nenas vegotiye Ji çivîkên ku qet li
821 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.