"şa'irek
tenê ew dikare barê şevê ragire.."
Berken Bereh, şairê zemanê xwe û yê hemû zemanan.. pirr şanaz im bi hebûna wî, nasîna wî û bi xwendin û fêhmkirina wî.. Rebê alemê temenekî dirêj û bi sihet bike para mam Berken, pênûsa wî xurttir bike..
Ev pirtûka li ber destê me, Kirasê Heyînê, ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye amadekirin, bona xatirê pêncî saliya nivîskariya Berken Bereh. Helbestên tê da tev di hejmarên kovara Nûbiharê de hatine weşandin. Weşanxaneyê jî xwestiye van helbestan tomar bike, bi awayekî rêk û pêk bigihîne xwendevanên helbesta kurdî. Di heman demê de Bereh, edîtoriya helbestên kovara Nûbiharê dike.
Heke em bi kurtasî behsa helbestên Bereh bikin, em dikarin bibêjin şa'irê me, wekî gelek şa'irên kurdî, zêdetir cih daye temayên wek işqa welat, nasname, feqîrî û belengazîya miletê kurd, evînên nîvcomayî, lêgerîna azadî û rasteqîniyê û hwd. Helbestên Bereh hem ji kaniya helbesta kilasîk av vexwariye, hem jî ji ya modern. Şa'ir, ji herdu serdeman îstifade kiriye û helbestên xwe jî li gorî herdu serdeman nivîsiye. Exleb şêwazeke pastoral, zimanekî sade û car caran devokî bi kar anîye.
Gelek xwendevan li ber destê mam Berken gihîştine, ji tecrûbeya wî ya bi salan îstifade kirine, guh dane şîretên wî, helbestên wî ji xwe ra kirine mînak û îlham. Ev, nîşaneya gewrebûna giyanê wî ye, di heman demê de gewrebûna şa'irtiya wî.. Berken Bereh, hê jî qelema wî di destan de, dinivîse, dineqişîne.. Hêvîdar im ku em ê hîn gelek salan ji kaniya dilê wî avê vexwin, li ser bîra wî temaşeya wêneyê xwe bikin.
Em nirxandina xwe bi çarîneke wî biqedînin:
"me digot qey bihar e
lê xeweke giran bû emrê me
erê niha dibêjinê payîz
lê em dizanin ku sûcdar bîr û hişê me ye.."