Xebera te jê heye dîwaro?
Deriyê hêsin, paceya girtî,
Balîfê min, ranzeya min, zincîra min,
Ew a ez ji bo wê çûyîm û hatîm mirinê,
Ew wêneyê xemgîn ê di paşila min de,
Xebera te jê heye?
Ya hatî serdana min, pîvazterk rêkirîye
Bêhna qurnefîlê ji çixareya min tê
Bihar hatiye warê min…
Em ji bo zimanê xwe Kurdî dipeyivin, peyamên xwe bi kurdî parve dikin û pirtûkên Kurdî dixwînin heta ji bo wî em çalakiyan saz dikin. Lê min tiştek dît ku em pirtûkê eynî nivîskaran dixwînin. Mînak Occo Mahabad 213 car hatiye xwendin, 1764 heb jêgirtinên wî û 7 heb jî lêkolînên wî hene. Lê ez îro dixwazim ser nivîskarên jin bisekinim. Ez dibînim ku nivîskarên jin pir nayên xwendinê. Ez bi xwe jî naxwînim. Ji bo wî îstatîstîkên wan pir kêm in.
(Gulîzer: 35 xwendin, 146 jêgirtin
Dîlber Haco: 3 xwendin, 5 jêgirtin
Evîn Çîçek: 12 xwendin, 163 jêgirtin
Jana Seyda: 2 xwendin, 0 jêgirtin
Lorîn S. Doğan: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Axîn Welat: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Yildiz Çakar: 14 xwendin, 50 jêgirtin
Fatime Ferhadî: 1 xwendin, 0 jêgirtin
Nûroj Mûnzûr: 0 xwendin, 0 jêgirtin
Bêrî Bihar: 1 xwendin, 9 jêgirtin hwd.)
Dikarim zêde bikim lê ne hewceye ji xwe ji hev ne cudatir in. Daxwaziya min ev e ku ez êdî dixwazim jêgirtinê nivîskarên jin ê Kurd jî bibînim. Çend hevalên me hene parve dikin lê ne bes e. Divê ku em zêdetir bixwînin û parve bikin. Min çend pirtûka sîparîş da çawa werin ez dest bi xwendinê bikim, hûn jî bistînin an jî diyariyê hev dû bikin û bixwînin, parve bikin û hevalên ku dixwazin lêkolîna binivîsînin bila binivîsînin.
Ji kerema xwe navêjin paş guhê xwe :)
Raweste
Raweste
Ev bihar ne ya min û te ye
Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm
Min rûyê xwe disipart rûyê te
Raweste.
Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne
Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe
Gelo hevalno win çîroka pepûkê zanin? Xem nine çimkî ez jî nizanibûm. Rojek bi dayîka xwe re çûm kerenga dayîka min ji ma qal kir. Werin ez jî ji we re qalbikim.
"Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin, dibêjin: Êdî dayîkeke me jî
❥︎ Gava tu dikeni,
Hemî êş dimire, birîn derbas dibe,
Gava tu dikenin,
Li ber bayê keziyên te bilbil lal û huş dibe.
Her dem bihar e.🎶
•
Sen güldüğün zaman,
Tüm acılar ölür, yaralar geçer,
Sen güldüğün zaman, güller açar,
Örgülerinin rüzgarında bülbüller lal olur,
Tüm zamanlar bahar.🎶
min go gulfiroş!
bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe
him şev û him roj!
ji te memnûn im
li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş!
ji ber ku îro ez penaber im.
qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben neke gulfiroş!
naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im…
ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetê biçînim
lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im!
| Ferhad Merdê
Tu gul î, tu beybîn î
ji derdan re derman î
carek were min bibînî
were zalim de were,
were rinda'm de were,
were cana'm de were
Were delalê
Dibişire ey yarê
Weke heyvê, wek tavê
Were kulîlka biharê
Were cana'm de were,
were rinda'm de were,
were gewra'm de were
Were delalé