Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li esmana stûxwar
Gava ku ney, bilûr û tembûr
Dahol û zirne sar bûn.
Ez welatparêz im, ez mirovperwer im
Ez bavê tûjo me lo,
şoreşger im
Şêr û pılıng tev de çûn,
Rasti Serik penir bûn.
Vi jê xwar û wi jê xwar,
Yeki jı ê dî re got,
Her dû rabûn bûne cot.
Go em herin cem rovî,
Seydayê wehî û kovi.
Ewê me li hevdû bêni,
Çavê mêrik derêni.
Her dû çûne cem rovi,
Dûne derwêş û sofî.
Doza xwe jê re gotın,
Dıl û cergê wê sotın.
Rovi go de rabın zû,
Jı mı'r binın terazû.
Wan terazû ani ber,
Rovi penir dani ser.
Alik pir û yek sıvık,
Lekınek ya gıran bır.
Ew jı a di bû sıvıktır,
Gelı ev xwar û gelı ew xwar,
Heta ko ma ben û dar.
... Tu wisa
Bi çavekî xwas
Bi mantiqekî rût
Li sinê min menihêre.
Heriya min,
Di teşta çandekî mêjûyî de
Bi hezar salan
Hatiye hevîrkirin
Û ez hatime patin...
Bilûra min,were em ê,
Bi wî çiyayê bilind re,
Bi hewa kevin,
Û bibin cîranê bayên xurt,
Û hevalê kim tên wan,
Yên bi mij û dûman,
Û tê de dengê xwe berdin,
Û zarîna dengê me,
Bikeve nav kortal û geliyan,
Û bêcaniya erdên jêrîn,
Bihejîne;
Û pêlên ava heftrengê xemzebaz,
Nalîna me bigehîne,
Desta sir ûç û diyarbekirê;
Û kalîna berxan,
Tev sehîna hespan...
Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan…