Birûsk û pêt û ar û kevne sojim,
Ji put û lat û lahût re şewatim.
Disojim lê dikim ronî şeva reş
Çira kora ye ev kar û xebatin,
Di vê rê de ez diçim lê seg diqorin. Fidakarim li ser rêça felatim. Dixwazim ez di ser hev re bifûrim Xebatim, şorişim, xweş kêferatim. Cihan tev de wekî pingav û derya Tenê jê re wekî cok û qenatim.