Dema min dest bi pirtûkê kir tavila min fehm kir ku dê qala evîneke; nuwaze rût û tazî bike. Ji ber ku ev pirtûk ji nameyan pêk tê û name jî teybet in. Îca ev name ji destê Helbestvanek mîna Ahmed Arif dertê.
Ez dixwazim pêşî hinekî qala pênûsa Helbestvanê Navdar Ahmed Arif bikim; li gorî min, şêwaza nivîsa Ahmed Arif ji xwe tekane û xweserî xwe ye. Ev a ye, ku Ahmed Arif dike Ahmed Arif. - zimanê helbestan bi giştî Ji hevokên qelibî pêk tê û giyaneke bêhempa dide hevokan. Bi hizrê min kêm nivîskaran ev yek miyaser kirine. - mijar bi giştî evîn, jana gel û kîretiya Pergalê vedibêje. Û pesn û hîcîwên pir serkeftî bar dike.
Vêce ka em vegerin Pirtûka di destê me de:
Pirtûk ji bo Cîhana wêjeyê, atmosfera demê û Jiyana nivîskaran gelek tiştan bar dike. Li ser Evîneke platonîk û nîqaşên wêjeyî saz buye. Bi rastî jî mînandin û şayesandinên pir serkeftî hene.Heya ez dikarim bibêjim, hestên tên vegotin min di dilê xwe de bêyî kêmasî hîs kirin û ev yek jî ji pîsporiya vegêr anku Ahmed Arif tê.
Leyla zewicî ye lê Ahmed hê jî li benda Leyla ye.
Di roja îroyîn de pirî mirov bi peyv û hevokên Ahmed Arif evîna xwe tîne zimên lê wî ew gotinên xwe li hemberî Leyla timî kem û nûqsan didît û bi hevoka "Min tu bida ravekirin tu" dixwest qeyd û bendên li ser zimanê xwe bişkîne û vebêje evîna xwe. Bi rastî jî hezkirinek sebîl û pak e hezkirina Ahmed Arif lê em ji bo Leyla nikarin qet vê yekê bibêjin. Bêguman Hemû kes dixwaze wekî lêyla werê hezkirin lê bawer bikin ji xwe ji ber leyla'yan êdî Ahmed nemane li ser ruyê erdê:)