Rêya ku naçe Bihuştê bi du vegotinan ve hatiye lêkirin: tevlî monologan kesê yekem û kesê sêyem.Bi vî awayî çîrok yekalîbunê difilite.
Berhemê de a herî sereke mijare. Ew fermana 74.("Ev fermana heftê û çaran e" Çakar,2019, r.153) a li qewmê Êzîdî hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn fermana dawî bi destê xwediyê ala reş Daîş ê hat dayîn. Zilmeke wusa qewma Êzîdî tê kirin destê xwêner erd û esmanan diqede. Bi vegotina nivîskarê jî xwenêr behn çikyayî dixwîne.
Çîrok bi sehneya yekemîn di ramoka pîqaba Apê Elyas be destpêdike. Bi ditîna xwêner reşahiyan gund desteserkiriye û gundî tên nefî kirin. Di rûpela 18. de em dibin hemî cîwanên gund tevlî kal û piran ramoqa pîqabê siwar dibin "Çi qas ciwanên gund hebûn li ser romorkê bûn: Zizė, Alê, Çînê, Rustem, Baro, Xêro, Şêro... Keleşo" tevlî kujerên xwe cara dawî diçin goristanê, ser mezelên xwe. Ger nafikirin, gund şewitandina hebe ev reşahî çawa dihêlin ew herin xatirê xwe miriyên xwe bixwazin, heta bi nanê germ û hêjîran şîva wan jî bibin? Xwêner di sehneyekî de dibîne Keleşo tê Şemsîxanê dixwaze. Di hîn diyalogên din be jî hezr dike ew Dezgir tîne. Û axirya çîrokê de bi gotina Şemsîxanê a " Buka bêmiraz" xwêner têdigihîje kû wan dewat nekir. Lê çi hat serê Keleşo kuda hat û kuda çu malîqe. Tenê serkêlke reş de navê tê dîtin.
Piştre em rûpela 114 dibînin ku hemî jinê gund dîsa di ramokekîde ne û ber bî zulmatê ve tên birin.
Di berhemê de alî rêbazî hêyama herî serkeftî a navmetnî bû: çîroka berdest û a Hûtê Heftserî heya dawiyê bi hevre herikî. Hîn caran gihêjtine hev hîn caran agahiyên hevdu didan. Bi çîroka "Gûno û Hût" û xewna Şemsîxanê jî hêmanên kolajî lê zêde bibûn. Her wiha pir nîk ( motîf) jî hebûn: Siwarê sibê/ Siwarê êvarê, nanê germ û hêjîr, dara zeytûnê, genim, deriyê