Jana dil
Tu li kolanan diherikî, meşînê bi te teşe digirt.
Bi her gavê re heyv mezin dibû, şevê rengê xwe ji te digirt.
Ji min dûrketina te xezebeke ziwa bû Leyla!
Nêzîkbûna te, gul û kulîlk û bihar.
Rêya kurttirîn a di navbera hiş û ruhê min de çavên te bûn
Û hemû cureyên şadiyê bi navê te aj dida.
Lê çi çare Leyla!
Çi çare ku hemû gerdûn ji dijberiyan ava bûye:
Xwîn û hestî,
Nan û helbest,
Dergûş û darbest..!
Gava ku di bextewariyê de dixeniqîma,
Jana veqetînê li kûrahiyan ruh diberda.
Min nedizanî!
Ên ku bihuştê li pişta xwe digerînin, dojehê li ser sînga xwe dihewînin.
Warê hezkirinê eraf e, Leyla!
Evîn, eraf e!
Niha nizanim di fesla çendemîn a bêrîkirinê de me,
Ji bê, bêhna porê te tê.
Ji baranan tehma dengê te!
Divê bizanî,
Ên ku me dikujin,
Ne gule ne
Ne jî xencer!
Birînên diriyên gulên hezarreng ên baxçeyên evînê ne
Ku em wan, bi xwîna xwe av didin û bi jana xwe tûj dikin.
Kî dizane?