Katibê Şêx Seîd: Fehmîyê Bîlal
Puan vermedi·132 syf.··
2026 53. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 19 Nisan 2026 15:48
Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in. Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min. Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev. Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd. Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku
Fehmiyê BîlalAmed Tigris · Apec Tryck - Förlag · 20192 okunma
7/10
·381 syf.··
2021 19. kitabı
Bugün tekrar haksızlığa uğradığını düşündüğüm bir kitap için inceleme yazmak istiyorum. Keza kendisini tıpçı kardeşlerin olduğu bir ailedeki tıp kazanamayan kardeş gibi görüyorum. Olasılıksız ve Empati gibi iki çok güzel kitap sonrası oluşan beklentinin altında kalmış bir kitap. ​Öncelikle, bunu bazen ben de yapsam da, herhangi bir yazarın bir kitabını çok beğenip diğer kitapları için aynı beklentiye girmeyi yanlış buluyorum. Her kitabın ruhu farklıdır. Bir yazarın zirve noktasını temsil eden eserinden sonra gelen her kitap aslında kendi başarısının gölgesinde kalıyor gibi yetişemiyor. Olasılıksız ve Empati sonrası gelen Oz yazarın kendi yarattığı o yüksek çıtaya çarpan bir dalga gibi... Belki Adam Fawer teşekkür kısmında kitabı biraz zoraki bitirdiğini çıtlatırken beklentiyi de düşürmek istemiştir. Ama benve bu durum onu kötü bir kitap yapmaz, sadece farklı bir frekans yapar. Teşekkür kısmını da bize ayırmış bu arada; iki kitabının ülkemizde çok rağbet gördüğünü, bu kitabı Egemen adında bir hayranı sayesinde bitirdiğini falan yazmışç ​Ben bu kitabı 2019’da yani galiba 6. sınıfta okumuştum. Öncesinde Olasılıksız ve Empati’yi okumuştum, abim de Oz’u alınca çok heyecanlanmıştım. Ama arkasındaki yazıyı okuduktan sonra demiştim ki tamam elif bu kitabın konusu ve işledikleri apayrı şeyler olacak, olasılıksız gibi bir şey bekleme. (olasılıksızı çok sevdiğimi söylemiş miydim? çok severim çok severim oaaaaaaa) ​Oz Büyücüsü kitabını çoğunuz biliyorsunuzdur diye tahmin ediyorum. Bilmeyenler için kısaca anlatayım: Kansaslı Dorothy’nin hayatı çok sıkıcıdır. Bir gün bir hortum çıkar ve Dorothy ve köpeği Toto ile birlikte bulunduğu kulübe uçmaya başlar. Dorothy en başta korksa da bir şey olmadığını görünce yatağa gidip uyur. Pıt diye bir düşüşle uyanır. Yanlışlıkla Kötü Kraliçe’yi
OzAdam Fawer · April Yayıncılık · 20178,2bin okunma
Reklam
Deryayeke di Nav Bergê Piçûk de: "Dema Tu Çûyî"
Puan vermedi·72 syf.··
2026 4. kitabı
·
4 saatte okudu
·
Okunma: 23 Mart 2026 18:55
Salek berê, di rojeke îmzekirinê de, min ev pirtûka piçûk tenê ji bo piştgiriyê kirîbû. Îro, gava min di nav pirtûkxaneya xwe de li pirtûkekê digeriya û ji xwe re digot: “Gelo ez niha çi bixwînim?”, çavê min li vê pirtûka qebare-piçûk ket û min got: “Bila rêza vê be.” Lê belê, min dît ku ew tenê ji derve ve piçûk e... Hundirê wê deryayeke bêbinî û tije pêl e. Pêlên wê li keviyên dilê mirov dixe û henaseya mirov di qirikê de diçikîne. "Dema Tu Çûyî"... Ev ne tenê pirtûkek e; ev birîneke zindî ye ku di kûrahiya dil de vedibe. Her rêzeke wê wekî tîrekê di dil re derbas dibe û birîneke nû vedike; lê di heman kêliyê de, wekî melhemekî ronahiyê li ser wê birînê dadiweşîne. Dema min ev pirtuk xwend, hêviyên min geş bûn û dilê min germ bû. Wekî kesekî nenas hat, destê min girt û bi pistepist got: “Tu ne bi tenê yî… Em hemû birîndar in, lê em hîn jî li ser piyan in.” Bi kurt û kurmancî; divê her kes vê pirtûkê bixwîne û di wê deryayê de xwe…
Şiir
Dema Tu ÇûyîLeyla Saraç · Aram Yayınları · 20242 okunma
PIÇEK AZADÎ HEBYA,BIRÇÎBÛNA WELATÊ ME TÊRBÛNA WELATÊ XELKÊ ÇÊTIRE
5/10
·200 syf.··
Beğendi
·
2026 8. kitabı
Parzemîna cîwan Europe bi şaristana xwe a nûjen buye navenda dinyayê,buye hotela dinyayê: belê hotele ango tenê bo demekî malxweyêtiyê dike. Berhem di serî de wek bîranînên honandî (Autofiction) hat xuya lê nivisa nivîskar a di dawiyê de me dît ku, hemî buyer rastin. Nivîskarî tenê navê kesan û cihan guhertiye. Firat Aydînkayayî di nivîsa xwe a derbarê berhemê de ( nupel.tv/firat-aydinkaya... ) dibêje" berhem, kilîşeyek ji kilîşêyên romanên penaberiyêye" Belê bi giştî wusane, niviskar her û her çand û kulturê dide berhev. Pê re jî peyama xwe a bingehîn dide: dema mirov ji rehên xwe biqete serobino dibe ji keseyatiya xwe, ji rûmeta xwe diqete nema jê biparêze. Hemî kultur û îdeolojî heta bawerî jî têk diçe. Ji Mihemedê Hacîzade ê melayê Îranî tevahî ne çand dimîne ne jî exlaq. Saqî Gulçîna entelektuel û feminîst bi dek û dolaban, pêşî li zewaca Ru'ya xanimê û mêrikê Ereb digire û dawiyê de vî mêrikî dike. Monsieur Luciana Cihûyekî Portekîzî ye û pir dewlemende lê têkçûna herî mezin ew dijî. Rûyê vê dijmintiya olan evîna xwe wunda dike. Axiryê de xwe diavêje ber bextê dijminê xwe û alî wan tê desteserkirin. Ji xwe em aqubeta wê jî nizanin. Niviskar pêşî bala xwêner dikşîne li ser du aliyên herî durê hev: Îsraîla Cihu û Dewleta Îslamî a Îranê . Dijbertiyeke ew qas mezin û şibandina herdu kesan ( Monsieur Luciana û Mihemedê Hacîzade) di serê romanê de destpêdike heya ku dibe axirya romanê. Ol, dewlet, sînor û dijminanî hemî alî kî kesekî Cihû û kesekî Îranî wek "sêvek bin û tu bikî du parçe ne" Bawerim niviskar vê xeteriyê halî dibe û demildest vedigere welat. Hemî penaber ji zilma Rojhilat çûne welatên Rojavayê. Niviskar tevî qerekterên xwe pirsa rûdana vê muhaciriyê dike. Welatên Rojavayî
Edebîyata Kurdî
Hôtel EuropeFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201254 okunma
Dîyaspora û Hejarîya kurdan
6/10
·120 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 09 Şubat 2026 12:44
Fawaz Husên. Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji gundê Kurdo yê li ser Amûdê ye. Nêzîkî pêncî salan e li Ewropayê dijî, yek ji wan nivîskaran e ku bi salan, berheman li edebiyata dîyasporayê zêde dike. Ev pirtûka wî ya şeşan e ez dixwînim. Pirtûk teze vê payîza dereng ji weşanxaneya Avestayê derket. Bo cureya berhemê roman hatiye gotin lê ez dixwazim bibêjim ew vegotin e, bîranîn û rojnivîsk e, ango bêtir nêzîkî van cureyan e. Zimanê pirtûkê wekî hemû pirtûkên wî yên din pirr sade û xwerû ye. Di berhemên Husên da, meriv dikare bibêje temaya sereke hesreta welêt, bêrîkirina zarokatî û rabirdûyê ye. Hema bêje di her berhemê da nivîskar behsa rojên xwe yên berê, behsa zaroktîya xwe, behsa xortaniya xwe, behsa malbat, heval û hezkiriyên xwe dike. Ev yek, bi gelemperî di edebiyata dîyasporayê da heye. Hema bêje hemû kurdên ku neçarî terka welatê xwe kirine û li Ewropayê ketine pey cih û warekî da ku pê sitar bibin û bikaribin debara xwe pêk bînin, vê rewşê di berhemên xwe da honandine. Lê min di berhemên Fawaz Husên da ev yek zêdetir dît. Ew pêncî salên li welatê xerîbîyê ti carî nikaribûye kela dilê wî dayne, an jî di şûna welatê wî da jê ra bibe welat, bibe sitargeh. Ewropa, ji bo kurdan, bi taybetî ji bo kurdên ku hemû emrê xwe ji welatê xwe dûr buhurandine, tim bûye cihê hesret û bendemayînê.. Ew, ti carî nebûye "welat" nebûye "mal" jî. Meriv heta sibehê behsa vê mijarê û vê têgehê bike, bawer dikim gotin wê neqede. Di vê berhema Husên da jî em dibînin lehengekî bi navê Feremerz heye. Feremerzê Hejarî, kurdê aware û derbider! (Ew xwe wisa pênase dike.) Di destpêka pirtûkê da em dibînin ku lehengê me ketiye heftê salîya xwe û ji ber ku kesekî wî tune ye, ango ew tik û tenê ye, ew xwe bi xwe rojbûna xwe pîroz dike. Ve yekê pirtûka Marquez
Havîna Feremerzê Hejarî li ParîsêFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 20252 okunma
Puan vermedi·24 syf.··
Beğendi
·
2026 3. kitabı
Dit jaar is mijn derde boek alweer een feit: 'Wonen op een boot'. In Nederland kun je werkelijk alle soorten drijvende woningen tegenkomen! De magische en statige sfeer van deze levensstijl nodigt je uit voor een sprookjesachtig bestaan. Stel je voor: een wieg gevormd door de deining van de golven... ​Maar vertel eens, in wat voor soort huis zou jij willen wonen? Wist je dat er zoveel verschillende soorten woonboten bestaan? Zou je voorkeur uitgaan naar een vaste ligplaats, of ben jij iemand die zodra de zomer begint de zeilen wil hijsen? ​In dit boek vind je alles wat je ooit wilde weten over wonen op het water. Een absolute aanrader voor iedereen die droomt van een leven vol vrijheid!"
Wonen Op Een BootAnnemarie van den Brink · Documentatiecentrum · 20211 okunma
Reklam
Reklam