Eşqa Welat
Bihar hat şin bûn giya Û li ber kirin xemilîn çiya Geştan bikin ser kaniya Ji xeyri di çit şibhê ziya Beraq, pak û safıya Eşqa welat! Eşqa welat! Te cerg û meylakê me pat. Carekî din min diba xwezî Konê di reş kiribit bi zî Tu mast li ser avê tazî Zeryet wekî sirmê kezi Li bêriyê li pey bizinan dibezî E şqa welat! Eşqa welat! Te cerg û meylakê me pat Bo çi ji te em bûn cûde Me terk kirin lezet sefa Şahan goçe dana geda Hatin li bin xaniyî me da Eşqa welat! Eşqa welat! Te cerg û meylakê me pat. Kanî! Welatê serhedan Sotim ewan ateş gedan Lewra go ger bûne şivan Dengê bilûran naliyan Dengê hawaran gaziyan Eşqa welat! Eşqa welat!
Sayfa 69 - aram yayınları·Kitabı okudu
Kurdî
Belê belê ez û jan em hev re dijîn Ecêb jîyanên bê êş,bê jan çawa ne?
r,105
Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Kulilken Ezeb
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb Çavên te ên zelal; kulilkên ezêb Maça şêrîn; ko lêva te bi min da Ez birîndar kirim û bi min ve da Çira dişewite; zimanekî zêr Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr Bo tihniya dilî; lêva te kanî Ji xewna çavê re; te sorgul anî Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar Havîna min bê sih, rêlên min bê dar Mehfüra mirinê min bi ken raçand Jînê ez xapandim, min kes ne xapand
Kurdî
Hinek kurd çivan didin xwe û dibêjin, "Bila meriv însan be, bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive." Lê tiştê ecêb, însan bê ziman dê çawa bibe însan?
Kurdî
Kî çi dibêje bila bibêje; mirin ecêb e, çûyin û koça dawîn kambax e. Mirin keser e. Ew nayê qebûlkirin.
Kurdî
Rojekê di huzûra xelîfe de hejmarek zêde ji wezîran û giregirên welat û mirovên dewletê kom bûbûn. Behlûl jî di nav wan de bû. Wezîrekî xwest ku hinek mizawiriyan bi Behlûl bike û got: "Ey Behlûl! Ew çi rewş e, ku te xwe kiriyê şeklê dîn û mesqereyan? Tu bûyî qeşmerê zarokan. Bi piyên xwas her roj di kuçe û kolanan de siwarê şivikekî dibî û zarok li pey te ne!" Behlûl bersiv da, got: "Efendî! Çi xirabî di vî karî de heye?" Wezîr got: "Ecêb e, ku tu min nas jî nakî? Ma tu nizanî ez wezîrê hezretî xelîfe me û mirovekî oldar im, her şev ber bi asîmanan ve bilind dibim, bi saetan ji asîmanan seyra erdê dikim." Behlûl got: "Ji te rica dikim kerem ke bibêje; gelo dema tu diçî asîmanan, te qet li wê derê tiştekî nerm î mîna şimayê xwariye?" Wezîr got: "Belê, çend caran rastî min hatiye." Behlûl got: "Ew tiştê nerm sergînê kerê min e!"
Sayfa 59·Kitabı okudu