Belge û çavkaniyên li ser dîroka kurdan, li ser şer, pevçûn, rêxistin û serhildanên kurdan, wekî tê zanîn, kêm in, nîvco ne, bi xeletîyan dagirtî ne û lewra jî yên heyî ji bo ronîkirina rabirdûyê û înşakirina pêşerojê pirr girîng û bi qîmet in.
Ev berhema di destê me da jî em dikarin bibêjin belgeyeke dîrokî ye ku di derheqê serhildana Şêx Seîd û bûyerên wê dewrê da agahiyan dide me. Min beriya vê berhemê jî li ser bûyerên wê dewrê çend tişt xwendibûn lê cara ewil bi vê pirtûkê min navê Fehmîyê Bîlal dît, ew nas kir û ji girîngiya kesayeta wî haydar bûm. Gelekî spas dikim bo wî dilsozî ku ev pirtûk gihande ber destê min.
Fehmîyê Bîlal, wekî ji navê berhemê jî diyar e, katibê Şêx Seîd e. Di derheqê jiyan û xebatên wî da agahiyên cur bi cur hene ku carna ev agahî hevdu nagirin. Amadekarên berhemê, Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak çavkaniyên derheqê Fehmîyê Bîlal da berhev kirine û di bin vê pirtûkê da, dane hev.
Fehmîyê Bîlal ji Licê ye û bi gelek navên cuda tê nasîn. Hemû emrê xwe wî di xebat û rêxistinan da bihurandiye. Li gel katibiya Şêx Seîd, ew wek endamê rêxistinan jî xebitiye û ji xeynî xebatên siyasî, di karên cur bi cur da bo debara xwe kar kiriye. Kesên der û dora wî, ji devê wî çi bihîstibin an ji malbata wî çi gotin û tiştên din kom kiribin bi rêya hevpeyvînan anîne ziman. Bi saya jiyana wî, di derheqê serhildana Şêx Seîd da, derheqê Rêxistina Azadî da û derheqê gelek navên cuda da ku em wan îro wek pêşeng û rêber dibînin, agahî û hûrgilîyên bi qîmet digihîjin ber destên me. Ji wan navan çend mînak: Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza, Fayiq Beg, Mele Evdirrehman, Dr. Fûad, Seyîd Evdilqadir, Ekrem CemîlPaşa, Qedrî CemîlPaşa û hwd.
Fehmîyê Bîlal bi awayekî pirr xweş behsa Şêx Seîd kiriye, bi durustî û lehengiya wî piştrast bûye. Ji ber hezkirina wî piştî ku