Şînahî me, ez kulîlk im, kesk û sor û zer im
Xwezayê bedew im, Ararat û Zagros im
Ez Serhed û Behdînan, Dersîm û Botan im
Kaniya jînê me, gola ûrmiyê û Wan im
Ez Avaşîn û Mûnzûr, Dicle û Firat im
Ez Nemrûd im heskîf im, ez Mem û Zîn im
Ji bo mirovahiyê ser çiyayê Cûdî lîmal im
#Serhado
- Ev çi ye, hema we dûvê vê Heskîfê girtiye bernadin? Du sê kevir mane ser hev û hew...
Ma gava bavê te nexweș dikeve tu dibêjî 'Jixwe pîr e... Bila bimre!?"
- Ma ez bê'esl û șîrheram im?
- Ma em bê'esl û şîrheram in?
Heskîf bûye birîna me:
Heskîfê,
wî bajarê rûhanî
ku li ber piyê minareyên eyûbiyan
di nav dilê ehda ne de
wek kevirekî narincî razayî (r.69)
Birîn û êşa sedan sala heye lê ne bi zimanekî 'êş-hez' e , helbestî û têra xwe wêreke.
"Xwedayên me mê bûn,
Dê bûn (r.27)
Medresa Sitrabasê Diyarbekir
Medreseya Sor Cizîra Botan
Bazîdê
Bedlîsê; Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiye
Hîzanê
Miksê
Bêdarê
Findika Botan
Axtepeyê
Norşînê
Hawêlê
Heskîfê
Medresa Amêdiyê û bi sedan medreseyên wisa yên din
Ma tu tenê biharek î,
eşqa bask şîn
di kîşwera xewna min de binevşek î ?
li keviya xewna nefîkirî,
li ber hemî çeman zarokekî xeydok î?
çi leza te heye,
qey tu hatiyî agirekî?
Rûyê te,