9/10
·76 syf.··
2026 2. kitabı
·
25 saatte okudu
·
Okunma: 03 Mart 2026 00:01
Mahmut Baksi, bi awayekî zindî û bê xemgînî, jiyana gundekî rastîn ê Kurdistanê (Gundikê Dono, li Xerzanê nêzî Batmanê) di nîvê sedsala 20'an de vedibêje. Di bin serdestiya axa û şêxên feodal de, gundî rojê xwe bi karê erdê, pez û çêlekê derbas dikin, lê her tişt di bin kontrola zordestiyê de ye: bacên giran, erdên girtî, namûsên kevnare yên ku ciwanan diêşînin, û tirsa mezinan ji axayan. Lê belê di nav vê tarîtiyê de ronahiyek jî heye: ciwanên gund, yên mîna Filîto, Bedo û hevalên wan, dest bi hişyarbûnê dikin. Ew naxwazin wekî kal û pîrên xwe di bin zilmê de bimînin. Dixwazin xwendinê, fêm bikin ka çima ev pergala kevn hê li ser piyan e, û li dijî axayên hov (mîna Zibeyrê Ehmê an Hacı Zorav) radibin. Ev ne tenê têkoşînek kesane ye; ew destpêka guherîneke mezin e di civaka Kurdî de - di navbera kevn û nû, di navbera zordestî û berxwedanê de. Baksi bi zimanekî sade, rojane û car caran bi tinaziyê li ser axayan dinivîse, ku ev yek pirtûkê ji xemgîniyeke giran xilas dike û wê dike xwendinek hêsan lê kûr. Ev ne çîroka fantastîk e; ev belgeya jiyana rast a gelek gundên Kurdistanê ye di wê serdemê de. Evînên astengdar, pevçûnên malbatî, hêviyên piçûk û êşên mezin hemû bi awayekî xwezayî têne vegotin. Di edebiyata Kurdî de, Gundikê Dono yek ji baştirîn nimûneyên "romana gundan" e Pirtûkek piçûk e, lê bandora wê mezin e; dilê mirov diêşîne, hişyar dike û car caran jî bi kenê piçûk dide bîranîn ku mirov di bin her zilmê de jî hêvî digire. Eger tu dixwazî rastiya Kurdî ya feodal, têkoşîna ciwanan û veguherîna civakî nas bikî, ev pirtûk bê guman divê bê xwendin. Bê xwendin nemîne.
Gundikê DonoMahmut Baksi · Lîs Yayınları · 201845 okunma
LAP û LAP
Puan vermedi·104 syf.··
2025 13. kitabı
LAP û LAP Pêparê Biharê “Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72 “… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72 “Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99 Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û… Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne. Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha
Pêparê BiharêMem Zînistanî · Avesta Yaynları · 20252 okunma
Reklam
9/10
·100 syf.··
2023 30. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 21 Temmuz 2023 22:19
Birîna Reş, wekî pîyesekê hatiye nivîsîn,nivîskarê pirtûkê Musa Anter di sala 1965 de, li Stenbolê li Harbiyê hucreya 38'an, di girtîgehê de bi zimanekî xwerû û spehî ev pirtûk nivîsîye. Musa Anter di pêşgotinê de dibêje:"Li rojhilatê birînên reş pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirav, kotîbûn û ya ji wan gişa dijwartir û diya wan, jarîtî û nezanî..." Di vê pîyesê de naverok li ser Kurdbûnî ye , bi gelemperî li ser nexweşiyê bisekine jî bi metaforan ve zêdetirîn li ser rewşa aboriya kurdan û herî girîng behsa nezantiya di nav gel dike. Çareseriya nezantiyê xwendin e , xwendin bi xwe re, xwe nasîn û xwe zanînê ava dike. Hiş û mejiyê ku hişyar dibe ne kêrî xwe tenê kêrî gelê xwe jî tê ew gel ji wê/wî sûd werdigrê. Jixwe di pirtûkê de jî li ser vê mijarê Gotineke pêşiyan xweş heye: "her teyrekî bi refê xwe re" Hêvîya me teyrên me yên kêrhatî zêdetirîn bin û refên xwe bi zana û hişmend biparêzin.
Birîna ReşMusa Anter · Aram Yayıncılık · 2000267 okunma
10/10
·188 syf.··
2022 6. kitabı
·
24 günde okudu
·
Okunma: 29 Mart 2022 19:05
Romana Fincana Ferfûrî (Gerdenzerî-2020), li ser çîroka du evîndaran disekine. Ev herdu evîndar ji kurdên kafkasê ne. Ji naverokê jî diyar dibe ku ev romaneke romantîk e. Lehengên romanê Têmûr û Meyrê ye. Têmûr, xwendekarê enstîtuya doktorê zanyariyê ye. Kesekî neteweperwer û fêhma ye. Meyrê keça Evdilê Eslanê rewşenbîr û dewlemend ê bi navûdeng e. Bi bedewiya xwe derdikeve pêşiya me. Mirazên van her du evindaran nayê cih. Roman gelemperî li ser şaşiyên kevneşopiyê kurdan û li ser nakokiyên karakteran radiweste. Di romana Fincana Ferfûrî de îronî tune. Lê em rastî rexneyan tên. Em di romanê de qasî yek paragrafê jî rastî rexneya realîzma sosyalîst tên. Ezîzê Gerdenzerî di romana xwe de fikra xwe ya derbarê xerabbûna rejîma Stalîn de wiha aniye ziman: “Wê çaxê, di dema têrora Stalînîzmê de, bav û kur jî radibûn li rûyê hev du, bira jî li ser bira şikiyat dikir. Her kesî ê din dijmin û xayîn didît. A niha, gunehkarî û tawanbariyên salê sîyî rû dane, tên şermezar û rezîlkirin. Desthilatdarên wê demê ên bêhiş,toxim û tovên hevdufirotinê,fesadî û xayintiyê, avêtibûn li nav xelkên xapandî…wê yekê jî ez bibêjim, ku xelkên Ermenîstanê, ew Kurd bin an Ermenî jî gelekan bi şeref û namûstir derketin, geveze û durû di nav wan de kêm bûn,zîyana têrora Stalînîzmê li vir ne pir bû… Ên şikiyat li ser wan hatibû kirin,ew a niha an li Sîbîrê ne, an jî mirî ne…” r.44. Ji vê diyalogê eşkere ye ku Gerdenzerî rexneyê li realizma sosyalîzm tîne. Ji vê diyalogê ya jêr jî diyar e ku li ser kurdên li Azerbaycanê dijîn ên wê serdemê tehdekariyek heye. Dema ku Meyrê û diya xwe diçin Bakûya Azerbaycanê, Kemal rastî wan tê û ev dîyalog derbas dibe: “ -çi ye we ewqas zû zimanê zikmakî ji bîr kir? Şerm e. Kemal bersiva Meyrê da: -Li derdorên me hemû Azerî ne. Meyrê vê carê berê xwe
Kurdî
Fincana FerfûrîEzîzê Gerdenzerî · Lis Yayınevi · 04 okunma
Gelo xewnên we bi kîjan ziman in?
10/10
·180 syf.·
2020 36. kitabı
Gava ez li zanîngehê de, di pola ewil de bûm, mamosteyê me pirsek ji hevala min re pirsî, got "tu çend salî li Tirkîye yî û tu dibêjî ez fêrî Tirkî bûme, ka wê gavê bibêje xewnên te bi kîjan ziman in?" Hevala min şaş ma ji ber ku ne li benda pirseke werê bû û her wiha ez jî. Dûvre ez fikirîm, min ji xwe re got ka xewnên min bi kîjan ziman in, ma min jî zimanê dayikê ji bîr kirîye. Çend sal derbas bûye hê jî nizanim xewnên min bi kîjan ziman in, ez bala xwe didim xewna xwe lê gava di xew de diçim ji bîr dikim. Hêviya min ji Xwedê ye ku bila xewnên min bi Kurdî bin û hew ne xewn weke ku mamoste Receb gotî ye "Helbet xewn xweş in. Lê ez êdî naxwazim di nav xewnan de bigevizim, dixwazim bi dengê Kurdî hişyar bibim û bi awazên Kurdî bijîm." Îro min ji we re pirtûkek werê anî ku yekê bixwîne ne mimkûn e bibêje nexweş e, ji serî heta dawî lezeteke bê dawî ye. Min dilê xwe di nav vê pirtûkê de hişt. Min dilê xwe xist nav rûpelên wê, wan rupelên wê yên ku bi mirekeba xwînê hatiyê nivîsandin. Êş û derdê xwe, janên dilê xwe ji bîr bikin û guh bidin mamoste Receb. Min ji xwe re gotibû ez êdî hew sîteyê de lêkolînên pirtûkan binîvîsînim lê min niviskarekî werê nas kir û min dît ku kes wî nizane, min xwest du peyv jî be li ser wî binîvîsînim. Min Receb Dildar bi vê pirtûka wî re nas kir, min vê pirtûka wî jî bi tesadufî standibû, wêneya qelpaxa pirtûkê ez kişandim xwe, du çav ku tu yê qet ji bîr nekî... Belê me qala Receb Dildar dikir, ma dikare nivîskarek bi me re ewqas bi can û dil be, tu li ser Instagramê, Twitterê wî dişopînî ew jî tê te dişopîne, tu ji wî re şîrove dikî bersiv didê te, tenê ne Receb Dildar nivîskarên me hemûyan werê ye qurrebûn û poz bilindî piçekî jî be ne li ser wan e, yê ji mînakên ewil jî Receb Dildar e. Ez dibêjim ji ber vê yekî kes qiymetê nade wan.
LeqatReceb Dildar · Dara Yayınları · 052 okunma