Serencama esas a ekola femînîstiyê di sala 1929an de bi pirtûka Odeyek Ji Odeyên Xwe² Virginia Woolf daye destpêkirin. Woolf di vê pirtûkê de dide zanîn ku mêr, her gav bi çavekî biçûkxistî li jinan dinêrin û ew mêr in ku cihê jinan pênase dikin. Çimkî hemû saziyên siyasî, îqtisadî, civakî û edebî di bin kontrola wan de ne. Ji ber salên sekan ên îqtisadê û herwiha salên herba duyemîn a cîhanê ku bala mirovahiyê çû ser meseleyên din, belavbûna fikra femînîstiyê di nav civakê de dereng ma. Lê belê ev serencam di sala 1949an de ji aliyê Simon de Beauvoir ve bi çapa pirtûka bi navê Zayenda Duyemin careke din femînîzm hişyar kir. Ew di wê baweriyê de bû ku civakên rojavayî yên pederşahî wisa dizanin ku kontrol û îdareya wan di destê mêran de ye. Mêran hemû wateyên ku li ser jinê hatine danîn, pênase kirin û di vê pênaseyê de ji jinan re "ewa din" a mêran hat gotin. Li gorî wê divê jin ji bo felata xwe şêwaza civaka pederşahî û mefhûma "ewa din" daynin aliyekî û xwe ji nû ve pênase bikin.
Bediuzzeman ji bêxîreti, ixtilaf û xemsariya gelê Kurd gilidar e û wiha dibêje: "Çavê xwe vekin, sibeh hat. Tim hişyar bin. Ew kesên ku xwedî wan fikrên xerabûyî ne, bila ji îxtilaf û hovitiya we îstîfade nekin."
Bütün kitle hareketleri, taraftarlarında ölümü göze almak ve birlikte eyleme geçmek duygusu yaratır: ortaya koydukları program ve telkin ettikleri öğreti ne olursa olsun, bütün kitle hareketleri aşırılığı, gayreti, parlak umudan, nefreti ve hoşgörüsüzlüğü körükler: bütün kitle hareketleri hayatın belirli bölünmelerinde güçlü bir faaliyet akışı yaratmaya muktedirdir ve körü körüne bir inanç ve sadakat ister.
Eric Hoffer
"Îdeolojiyên kevn, îdeolojiyên siyasî û civakî yên kevn hilweşiyan; prensîbên din, rêberên din radibin; aqil li ser hêrsê serdest e, tarî li ber ronahiyê mehkûm e," digot û wiha didomand: "Kurdno! Di qiyameta navekî wiha de ma gengaz e ku meriv razê? Ez hewcedarî nabînim ku biqîrim 'Ey Kurd, hişyar be!' Çimkî heke Kurd di xew de bin, hîn jî di xew de bin, wê demê ew pir berê mirine."