---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim. Hevîdarim hûn lêkolînê tevî bixwînin û gava we xwend jî hûn aciz nebin.
De ka îcar kerem bikin vê lêkolîna dirêj.
1-Êş-: Çîroka herî dirêj e hema bêje nivê pirtûkê ev çîrok digire. Di vê çîroka yekemîn de lehengê çîrokê Darînê Daryoyê. Darîn di destpêka çîrokê heta dawîya çîrokê bi portre Mîr Celadet yê ku di mala wî de ye pê ra xeber dide. Di vê xeberdanê de behsa nivîskarîyê dike, behsa van nivîskarên ku hema bi tu tişkî nizanin radibin pirtûka dinivîsin dike. Û wa zehf bi zimanekî hişk rexne dike;
-Xwedê, heta mirineke bi destê te bila haya ev yên ha ji hunera xwe nebin, lewra wê roja ku wan hay jê bibin, wê çaxê ne bi deste te, ew ê xwe bi destên xwe bikujin û têkevin ber xwîna xwe!-(rûpel 55)
Navê çîroka yekemîn jî wekî min di serî de jî bi nav kirîye:-Êş-e. Ji ber êş a wan, Darîn pirtûk nanivîse lê dixwaze ku fikir û ramanên li ser nivîskarîya yan jî serbuhûrîyê wî werin nivîsandin.
Navê pirtûkê jî Epîlog e û epîlog tê wateya -beşa encama berhemekî.-
Yanê piştî çîroka yekemîn diqede hûn beşa epîlogê dixwînin û hûn divînin ku Hesenê Metê fikir û ramanê kesekî din nivîsandîye( pirtûk navê xwe ji ber ku beşa encama çîroka yekemîn e standîye ) Û ew kes jî dixwaze ev çîroka wî bi kurdî were xwendin;
-Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimane xwe î malê bimîne.-(rûpel 59)
Û wekî din di çîroka yekemîn de serhişkîya xelkê me, mînak dana 'zarokê xelkê' tîne ber çavan. ( Zehfê me jî dizanin ku dê û bavê