koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê
ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te
hatiye berhevkirin
di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye
tirs-tarî-tenêtî-
ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist
hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin
koieksiyona 12`em, li binê bîrê, şev
ev çirûsk, bi şev ji xelekeke govenda şewqên li ser ava
bîrê direqisîn
hatiye berhevkirîn
di tahma xwedê û di bêhna hibrê de ye
di binê bîreke birîndar û bêbinî de
tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
Min di tariya bêfam de bihêle
Te xwe lê qewimande jî
nekeve hundir
Bîranînên min
xwe daliqandine
perçeyên min jî
neyne ber hev
Bila bibin werzeyên jîyanê
Dema tu ketî hundir jî
nepirse ji çavên min
ên rijîyayî
Tu tiştekî
li ser tayên porê min ên kurkirî
bigirî!
bi keziyên min
paqij bike hêsirên min
ên bi xemsarîyê re dilebitin
û min bike çîrok
di nava qêrînîyê de
de rabe qurban ji xewê rabe
ez kurdistan im halêm xirab e
rabe binêre agir dibare
dujminê zordar çiqas xedar e
ketiye hundir îro dagirker
dest daniye ser welat seranser
"Vedigerim ser koça kujerîya xwe ya şûmî
Kêferata tikakirinê ye li min diare
Berê min her li wê sermestîyê ye
Qufla hezar daxwazîyên min carekê bi dîtina te ye"
Dema ku tu
bajarekî ji jîyana xwe derxî
Yek kêm dimîne tu
"Ji agirê xwe dawerivî xwîna min bibe Pirometheus
Ez im ê ku ji qewmê Arî"
Dema ku ez destên xwe diavêjim qefesa sînga xwe
bi dizî êvarek lê dide
Xwedareng e birîna min a ji alî Mahabadê
Rojhilat jê diçe
û li heyveronê şûrekî Zerdeştî dibiriqe
Di wê kelekela evînê de, pê li dirîyên hundirê xwe dikim
şewata welatekî ye jê diçe
û peyvên
"Pelweşînê! Te rojên min
bi dengvedanekê dehf da bêdengîyan
Êdî şikandina xwe, di destên kesên din de dimalim"
Gurzek nermînîya wateya te, ji hestên min diçilmise
Beyarbûyîna bêzarîya xwe, ji axa te dibihîsim
û li vê tofana hundirê min binêre
Nikare te ji ser pişta pêtên eşên xwe biavêje
Belê!
Her şev
ji wê şevê fêr bû
Hûr dinalim ji te
"Wekî Pirtûkên Komageneyîyan
nivîsên çîyayî ên ehlî êgir in
Pêtên me hê jî di rûpelan de fasiq in...
û tenê darên hundirê me dihejin"
Me her kesî
Li rûyê tenêtîya heramzayîna rojê,
Bi destpêka gotina dawîyê
Xatirxwestineke şikestî
Ji devê dewrana ku di destê stranekê de
çilmisandina rengên melodîyên nenas vegotiye
Ji çivîkên ku qet li
"Erdê bihuştê ye dilê te yê beyar
Ji kîsê hezê diajo cotkarekî evîndar
Ji dojehê firar"
Dîmeneke lerzokî me, di çavên te de
Ji bayên bêdengîya te, pelên xwe dimalim
Li min venagere, demên ku ji destên min firîyan
û bêdengîya bêrîyê, min ji bîr kir, li kevîya xeman