Havina li qira çêre hişk dibe, av kêm dibe, lê li zozana berf bere-bere dihele, baran pir dibare, çêrê zozana, gîhayê zozana pir e, loma jî koçer diçine zozana. Biharda koçer mina eskerekî, pey berfê dikevin, diçin, hey berf dihele dewsa hine wara reş dibe, koçer diçin, lê datînin; wexta hine berf dihele, dîsa bar dikin, pey berfê dikevin diçin; wi tiherî ew diçin derdikevne serê çîya, cîyê dûr.